Nerazîbûna li neavakirina komîsyona têkildarî avêtina ji helîkopterê

Desthilatdariya AKP-MHP'ê nexwest, têkildarî Servet Tûrgût ê ku ji helîkopterê hate avêtin û kuştin, komîsyonek bê avakirin. Parlamenterên HDP û CHP'ê nerazîbûn nîşanî vê yekê dan.

Li civîna Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclîsê, li ser kuştina Servet Tûrgût nîqaş hate kirin ku Tûrgût li navçeya Şaxê ya Wanê ji aliyê leşkerên Tirk ve ji helîkopterê hatibû avêtin.

Di civînê de hate xwestin ku komîsyonek ji bo lêkolînkirina mijarê bê avakirin, lê belê desthilatdariya AKP-MHP'ê qebûl nekir. Ev yek bû sedema nîqaşê.

Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît li civînê axivî û got,"Mixabin komîsyona me di vê mijarê de ji bo civînekê bang nekiriye, her wiha banga ji bo lêkolînkirina bûyerê jî ji nedîtî ve hatiye. Dixwazim bêjim ku ev yek binpêkirina berpirsyarî û wezîfeya komîsyonê ye."

Serokwekîlê Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclîsê û Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû jî diyar kir ku divê komîsyona jêrîn bê avakirin.

Serokê Komîsyonê yê AKP'î Hakan Çavûşoglû jî got, "Em ê li benda encama lêpirsînê bin" û diyar kir ku di vê astê de ew nikarin komîsyonê ava bikin.

Koçyîgît a HDP'ê nerazîbûn nîşanî Çavûşoglû da û got, "Pêvajoya darizandinê bidome jî komîsyon dikare li cihê bûyerê lêkolînê bike û raporê amade bike."

Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû jî bang li serokê komîsyonê kir ku biçe Wanê û bipirse bê li Wanê çi qewimiye.