Mîlyarder Mûsk ê ku têkiliya wî bi Trump re xirab bû, partiya xwe ava kir

Hevalbendê berê yê Serokê DYE’yê Donald Trump mîlyarder Elon Mûsk, ragihand ku wî partiya xwe ya siyasî ava kiriye.

Serkarê Tesla û SpaceX Elon Mûsk li ser hesabê xwe yê X’yê ragihand ku wî "Partiya Emerîkayê" ava kiriye.

Mûsk, ku li dijî pêşnûmeqanûna budçeyê ya serokê Emerîkayê bû ku deynê giştî zêde dikir, soz dabû ku ger ev pêşnûmeqanûn were pejirandin, dê partiyek ava bike.

Mûsk, ku dê nikaribe ji bo serokatiyê bibe namzed, di 4’ê Tîrmehê de li ser vê ramanê anketek da destpêkirin; ji nêzîkî 1.2 mîlyon kesan %65 gotin "erê". Mûsk got, "Hûn partiyek siyasî ya nû bi rêjeya du-bi-yek dixwazin, û hûn ê wê bistînin!"

Mûsk, ku sîstema heyî ji ber îsraf û gendeliyê rexne kir, diyar kir ku demokrasî tune.