Êzidiyên li Elmanyayê dest bi çalakiya nobedê kirin

Êzidiyên li Elmanyayê bi çalakiya nobedê li ber lihevkirina hikumetên Hewlêr û Bexdayê rabûn. Çalakî bi beşdariya nûnerên saziyên Êzidiyan li nêzî Meclîsa Federal a Elmanyayê pêk tê.

Nerazîbûna civaka Êzidî ya li dijî peymana navbera hikumeta navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê ku li dijî Şengalê pêk anîn, dewam dike.

Gelek saziyên Êzidiyan ên li Elmanyayê rêxistinbûyîne diyar kirin ku ew peymanê qebûl nakin û ji bo vê helwesta xwe ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin li meydana Brandenbûrger Tor a li nêzî Meclîsa Federal a Elmanyayê ya li paytext Berlînê dest bi çalakiya nobedê kirin.

Nobedê îro danê nîvro bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê kir. Saziyên ku pêşengiyê ji nobedê re dikin wiha ne: "Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan li Elmanyayê, Federasyona Meclîsa Jinên Êzidî, Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat, Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê, Yekîtiya Ciwanên Êzidî, Navenda Çanda Êzidxanê, Koordînasyona Meclîsa Gundên Êzidiyan ên Bakurê Kurdistanê.

'EM PEYMANÊ QEBÛL NAKIN'

Hevseroka Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YÊK) Çîçek Yildiz bi navê saziyên Êzidî daxuyanî da. Çîçek Yildiz diyar kir ku ew ê peymana navbera hikumetên Hewlêr û Bexdayê li ser Şengalê hatiye kirin qebûl nekin û ji bo peyman bê betalkirin li qada dîplomasiyê wê karekî berfireh bikin.

Yildiz Çîçek destnîşan kir ku gelek derdor vê peymanê weke xiyaneta li civaka Êzidî û Şengalê dibîne û got, "Ev peymana ku ti aliyê xwe yê hiqûqî nîne û mafên mirovan binpê dike, xizmetê ji civaka Êzidî re nake. Ji bo ev peyman bi cih neyê anîn em ê bi hemû hêza xwe têbikoşin."

Hevseroka NAV-YÊK'ê, ji bo jiyana azad a Êzidiyan bang li hikumeta Elman û welatên rojavayî kir, he wiha ji gelan xwest ku piştgiriya çalakiya wan bike.

Çalakî wê heta 23'ê Cotmehê her roj saet di navbera 10:00 û 15:00 de pêk were.