Malbatên şoreşgerên Elman nameyek ji Merkel re şandin
Malbatên şoreşgerên Elman ên li Kurdistanê şehîd bûn nameyek ji Merkel re nivîsîn û bang lê kirin ku dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bîne.
Malbatên şoreşgerên Elman ên li Kurdistanê şehîd bûn nameyek ji Merkel re nivîsîn û bang lê kirin ku dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bîne.
Malbatên Şoreşgerên Elman ên ku di demên cuda de li Kurdistanê şehîd bûn, ji bo bes çek ji dewleta Tirk re bên firotin û dawî li zextên li ser Kurdên li Elmanyayê bê anîn, nameyek ji Serokwezîr Angela Merkel re nivîsîn.
Ûta Schneîderbanger di 31'ê Gulana 2005'an de li Qeladizê di qezaya trafîkê de, Îvana Hoffmann di 7'ê Adara 2015'an de li Til Temirê di şerê dijî DAÎŞ'ê de, Jakob Rîemer di 9'ê Tîrmeha 2018'an de li Çarçelayê di êrişa hewayî ya artêşa Tirk de û Mîchael Panser jî di 14'ê Kanûna 2018'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber bombardûmanê, Konstantîn Gedîg (Andok Cotkar) jî di 16'ê Cotmeha 2019'an de li Serêkaniyê di êrişa hewayî ya dijî nexweşxaneyê de şehîd bûbûn.
Dayik û bavên pênc şoreşgerên Elman ku ji bo piştgiriya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd çûn Kurdistanê û li wir şehîd bûn, ji Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel re nameyeke hevpar şandin. Name bi îmzeya Konrad Schneîderbanger, Mîchaela Hoffmann-Ûmeh, Katharîna Rîemer, Hans-Ûlrîch Panser, Ûte Rûss û Thomas Gedîg hate şandin. Malbatan bangên girîng li hikumeta Elman kirin.
'JI BO NIRXÊN MIROVAHIYÊ JIYANA XWE JI DEST DAN'
Malbatan diyar kirin ku zarokên wan bi dilê xwe çûn Kurdistanê, li wê derê ji bo nirxên hevpar ên mirovahiyê di nava têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dan û xwestin, ku dawî li hevkariya bi dewleta Tirk bê anîn. Malbatan bal kişandin ser sûcên şer û binpêkirina mafên mirovan ên demên dawî li Kurdistanê û ji Serokwezîr Merkel xwestin ku hikumeta federal di siyaseta xwe ya têkildarî Tirkiyeyê de guhertinên bingehîn bike.
Malbatên şoreşgerên Elman xwestin ku tavilê ambargoyeke berfireh a çekan li ser dewleta Tirk bê ferzkirin û xwestin ku zexta dewletê ya li ser Kurdên li Elmanyayê bi dawî bibin. Malbatan li bîra Merkel xistin ku dadgeriya Belçîkayê biryar da ku PKK 'rêxistineke terorê' nîne û destnîşan kirin ku Elmanya divê xwe ji atmosfera salên 1990'î rizgar bike û dem hatiye ku siyaseta xwe ya têkildarî Kurdan biguherîne.
'BILA BÎRDARIYÊN ZAROKÊN ME BÊN DANÎN'
Dayik û bavên Ûta Schneîderbanger, Îvana Hoffmann, Jakob Rîemer, Mîchael Panser û Konstantîn Gedîg herî dawî ji Serokwezîra Elman xwest ku ji bo zarokên wan ên li Kurdistanê şehîd bûne neyên jibîrkirin li qadên ji raya giştî re vekirî birîndariyên wan bên danîn.