Hevserokê Kurdistan Komîte Silo Dirboyan şerê Azerbaycan-Ermenistanê ji ANF'ê re nirxand.
Dirboyan bi bîr xist ku bi belavbûna Yekîtiya Sowyetê re li herêmê guhertinên girîng çêbû û got, "Di dema Yekîtiya Sowyetê de gel û baweriyên cuda bi hev re diman. Mafên gel û baweriyan heta astekê dihatin parastin. Di nava gelan de sînor tune bû, jiyaneke bi hev re hebû. Piştî ku Sowyet hilweşiya, gelek komar ava bûn û sînor li nava gelan hate danîn. Vê rewşê zîhniyeta netewe dewletê xurtir kir. Bi vê zîhniyetê re dijminatî li nava gelan hate afirandin. Di encamê de şer di navbera gelan de rû da.
Şerê niha yê navbera Azerbaycan û Ermenistanê xwe dispêre vî bingehî. Ev pirsgirêk 30 sal in dewam dike. Di bingeha neçareseriya vê pirsgirêkê de zîhniyeta netewe dewletê heye. Weke ku tê zanîn, zîhniyeta netewe dewlet jî xwe bi şer xwedî dike.
Li herêma Qerebaxê ku niha şer lê diqewime, di dema Sowyetan de ne tenê gelên Ermen û Azerî hebûn. Hejmareke zêde Kurd li vê herêmê hebûn. Ji ber hejmara xwe ya zêde, di çarçoveya mafên ku di dema Sowyetan de ji gelan re hatin dayin dihate xwestin ku ji Kurdan re jî bê dayin û li ser vê bingehê hate xwestin ku Kurdistana Sor bê avakirin. Lê belê ji ber hincetên cuda encama dihate xwestin bi dest neket. Sedema bingehîn a avanebûna Kurdistana Sor û belavbûna wê, hebûna dewlet û neewe dewletên li ser Kurdistanê serdest bûn. Weke ku tê zanîn di dema Sowyetan de, di salên 1940'î de piraniya Kurdên li vê herêmê (Kurdên Misilman) ji neçarî hatin koçberkirin. Bi hilweşîna Sowyetan re û rûdana şer li herêmê, pêleke duyemîn a koçberiyê dest pê kir û herêm bê Kurd hate hiştin."
'CUDAHIYA VÎ ŞERÎ EW E KU JI ALIYÊ TIRKIYEYÊ VE HATIYE DESTPÊKIRIN'
Dirboyan diyar kir ku pirsgirêka Qerebaxê zêdeyî 30 sal in dewam dike û got, "Ji ber vê pirsgirêkê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de car carna şer diqewime. Lê belê şerê di 27'ê Îlonê de rû da ji şerên heta niha qewimîn cuda ye. Ev cudahî jî ew e ku ev şer ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye plankirin û destpêkirin. Bêguman li pişt dewleta Tirk hin hêzên cuda hene. Lê belê bi bingeha destpêkirina vê hewldanê de feraseta cîhana Tûranî ya hikumeta Erdogan-Bahçelî yê faşîst û feraseta dewleta Tirk a faşîst heye. Weke ku tê zanîn dewleta Tirk bi daxuyaniyên fermî ragihand ku ew bi temamî bi Azerbaycanê re ye. Tevî piştgiriya leşkerî her wiha komên çete şand herêmê ku li gel Azerbaycanê şer bikin. Vê yekê jî bi rengekî eşkere li pêş çavên cîhanê dike. Tevî vê yekê jî hêzên diyarker ên dinyayê bêdeng man. Di bingeha vê bêdengiyê de jî polîtîka û zîhniyeta belavker û parvekar ên emperyalîst-kapîtalîst heye. Bêguman ev hêzên navborî dewleta Tirk a faşîst li gorî armancên xwe bi zanebûn bi kar tînin. Li gel vê yekê dewleta Tirkiyeyê ya faşîst û Erdogan ê faşîst jî dixwaze ji vê yekê sûdê werbigirin û bigihêjin armancên xwe. Li ser vê bingehê bêyî ku xwe vegire bi rengekî bêperwa komên çete bi kar tîne û êrişî her cihî dike.
Ev şer şerekî navbera Azerbaycan û Ermenistanê nîne. Weke ku tê zanîn di navbera hêzên emperyalîst-kapîtalîst de şerê parvekirinê heye. DYE û Rûsya serkêşiyê ji vê re dikin."
Dirboyan anî ziman ku bicihkirina komên çete yên sûnî li Kafkasyayê bi destê dewleta Tirk a endamekî NATO'yê ye, gefek li ser Îranê ye û got, "Bi vê yekê re dewleta Îranê tê tengavkirin. Di destwerdaneke gengaz a dijî Îranê de dibe ku vê bingehê bi kar bînin."
Têkildarî hewldanên Rûsyayê yên ji bo rawestandina şer û pêkanîna agirbestê Silo Dirboyan got, "Dewleta Rûsyayê nûnerên her du aliyan li Moskowayê li hev kom kir û di encamê de jî heta astekê biryara agirbestê hate dayin. Lê belê biryar bi cih nehate anîn. Sedema bingehîn a pêknehatina vê biryarê helwesta dewleta Tirkiyeyê bû. Tirkiyeyê dixwest li dora maseyê be, lê belê ji ber ku ev yek nebû hingî ji bo têkbirina biryarê şer dewam kir. Xuya ye ev pirsgirêk û şer wê demeke dirêj dewam bike."
'PIRSGIRÊKÊN LI ROJHILATA NAVÎN BI RÊBER APO ÇARESER DIBE'
Hevserokê Kurdistan Komîte Silo Dirboyan di mijara çareseriyê de jî got, "Ev şerê navbera Azerbaycan û Ermenistanê, pê ve girêdayî pirsgirêka Qerebaxê, bi pirsgirêk û şerê li Rojhilata Navîn her wiha tevahiya cîhanê cûda nîne, bi hev ve girêdayî ne. Hêzên emperyalîst-kapîtalîst nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin. Ji xwe ji bo karibin polîtîkayên xwe yên belavker û dagirker bimeşînin van pirsgirêkan hemûyan bi rengekî plankirî diafirînin. Li gorî polîtîkayên xwe yên belavker, gelan bi hev didin şerkirin û pirsgirêkan di navbera gelan de diafirînin. Ji ber vê yekê divê mirov ji van hêzan ne li benda çareseriyê bin. Ji bo aştiya mayinde û jiyana bi hev re ya demokratîk a gelan tenê rêyeke çareseriyê heye. Ew jî çareseriya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destnîşankirin. Yekane çareseriya ku pêşî li sîstema kapîtalîst û belavkariya emperyalîst bigire, polîtîkayen wan ên hovane yên li dijî gelan asteng bike, Projeya Civaka Demokratîk a Rêbertî ye. Divê sedema komploya navneteweyî ya li dijî Rêbertî di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Hêzên xwedî zîhniyeta kapîtalîst û desthilatdarîperest, li dijî Rêbertî ji ber vê yekê komployeke navneteweyî pêk anîn. Lewma di serî de gelê Kurd divê gelên herêmê li dora paradîgmaya Rêbertî bibin yek û ji bo azadiya Rêertî têkoşîneke çalak bimeşînin."
'TIRKIYE DIJMINÊ HEVPAR E'
Dirboyan anî ziman ku vî şerê dawî nîşan da ku dijminê hevpar ê gelên Kurd û Ermen dewleta Tirk a faşîst e û got, "Bi vê têgihiştinê divê gelên Kurd û Ermen dest bidin hev û dostaniyê xurtir bikin. Şerê ku niha diqewime ne li berjewendiya gelan e. Bi giranî xizmetê ji polîtîkayên Tûranî yên dewleta Tirk a faşîst û hêzên bûne amûrê polîtîkayên emperyal dibe. Lewma em saziyên Kurdan ên li Ermenistanê dibêjin ku divê ev şer bê rawestandin û pirsgirêk bi rêya diyalogê bên çareserkirin."