Li Parlementoya Iraqê girtina çalakvanan a ji aliyê PDK’ê ve şermezar kirin
Hinek endamên meclîsa nûneran a Iraqê li Parlementoya Iraqê destgîrkirin û girtina çalakvanên siyasî ya ji aliyê PDK’ê ve bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
Hinek endamên meclîsa nûneran a Iraqê li Parlementoya Iraqê destgîrkirin û girtina çalakvanên siyasî ya ji aliyê PDK’ê ve bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
Li Parlementoya Iraqê hinek endamên meclîsa nûneran a Iraqê bi daxuyaniyekê bal kişand ser destgîrkirin û girtin rojnamevan, çalakvanên siyasî yên li Hewlêr û Dihokê ji aliyê Partiya Demoratîk a Kurdistan (PDK) ve şermezar kirin. Diyar kir ku ev yek ne li gorî pîvanên mafê mirovan in, daxwaza azadiya wan kir.
Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Em destgîrkirina çalakvanên siyasî û sivîl dikin. Rojên borî saziya emniyetê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê li bajarên Hewlêr û Dihokê gelek çalakvanên sivîl û siyasî destgîrkirin. Dîsa 7’ê Cotmeha 2020’ê hinek kesên bi çek avêtine ser mala rojnamevan Şêrwan Şêrwanî ya li Hewlêrê û ew revandine cihekî nediyar.
Ev destgîrkirin li dijî hiqûqa mafê mirovan a destûra Iraqê ne û dîsa dijî hiqûqa karê rojnamevanî ya li herêmê ye. Divê demildest kesên hatine destgîrkirin bên berdan.”