ROJEVA 15’Ê COTMEHA 2020’AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Çalakiya rûniştinê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê dest pê kiriye, wê bê şopandin.
Bi sala 2009’an re dewleta Tirk êdî bilêvkirina gotina ‚Birêz Ocalan‘ weke sûcekî nîşan da. Bi deh hezaran Kurdan jî bi gotina ‚Birêz‘ daxwazname dan û xwe îxbar kirin. Dewlet ji nû ve çû cem Birêz Ocalan, lê dîsa xwe neda ber çareseriyê.
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê, Demhat Agît (Seyîtxan Ayaz) û endamê Komîteya Tenduristiyê Cemîl Amed (Eser Irmak) bi bîr anî, ku 15’ê Cotmeha 2019’an di encama êrişa bi balafirên şer ên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.
PDK bazara xwe ya li ser destketiyên Kurdan a bi hêzên herêmî re dewam dike. PDK ku li Kurdistanê siyaseta ‚ya tu ya min e, ya jî tu ya dijmin e‘ dimeşîne, bênavber derbê li destketiyên Kurdan dixe û sebra gel difûrîne.
4 hevrêyên evîndarê berxwedanê Peyman, Zenda, Serdar û Rêzan li Heftanînê bi lehengî şer kirin û tevlî karwanê şehîdan bûn. Oxir be ji we re hevrêno, bi wî dilê xwe yê paqij di vê serdema bêwate de we rêya me ronî kirin.
Zêdebûna nifûsa Cîhanê, talankirina çavkaniyên avê wê di siberoja nêz de bike ku pirsgirêka herî girîng pirsgirêka avê be.