ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 22'Ê KANÛNA 2020'Î
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Leyla Guven hate destgîrkirin
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku rejîma Tirk 22 sal cezayê girtîgehê lê birî, hate destgîrkirin. -
Ciwanên HDP’î li Stenbolê bi meşaleyan meşiyan
Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê bi meşeke meşaleyî piştgirî dan çalakvanên greva biçîbûnê. -
Însiyatîfa Zarokên Agir li ser çalakiyan daxuyanî da
Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku di 19-20’ê Kanûnê de rêze çalakî kirine. -
HDP: Em biryara dijminane ya li dijî Leyla Guven nas nakin
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê li ber cezayê girtîgehê yê li Leyla Guven hate birîn rabû û diyar kir ku ew vî cezayê nehiqûqî û dijminane nas nakin. -
Şehîdên Mereş û 19’ê Kanûnê hatin bibîranîn
HDP’ê li Semsûr û Edeneyê cangoriyên qetlîama Mereş û 19’ê Kanûnê bi bîr anî. -
HDP'ê ji bo lêkolînkirina Komkujiya Mereşê pêşnûme pirs da
Parlamenterê HDP'ê Mahmût Togrûl, ji bo lêkolînkirina Komkujiya Mereşê pêşnûme pirsek pêşkêş kir û bal kişand ser rola dewletê. -
Greva birçîbûnê di roja 25'an de ye
Çalakiya greva birçîbûnê ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan dest pê kir, bi koma 5'emîn di roja 25'an de ye. -
Mam Beşîr, Agir Stêrk û Rênas Axîn li Stockholmê hatin bîranîn
Cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê Mam Beşîr, Agir Stêrk û Rênas Axîn li paytexta Swêd Stcokholmê hatin bîranîn. -
ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2020'Î
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Têkoşîna edaletê ya ji bo cangoriyên qetlîama Sûrûcê didome
Di meha 65’emîn a Qetlîama Sûrûcê de li Stenbolê li ser torên civakî daxwaza edaletê hate kirin. -
Yekîtiya hêzê: Polîtîkayên komkujiyê îro jî dewam dikin
Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê ragihand ku Komkujiya Mereşê ji bo xalîkirina Kurdan û Elewiyan a ji Mereşê hatiye kirin û diyar kir ku heman polîtîka niha jî bi rê û rêbazên cuda dewam dike." -
Gabrîal: Îdîayên li ser radestkirina Eyn Îsa ji bo rejîmê nerast in
Berdevkê QSD'ê Kîno Gabrîal diyar kir, ku îdîayên li ser radestkirina Eyn Îsayê ji bo rejîma Sûriyeyê nerast in û destnîşan kir ku li ser bingeha xweparastinê wê bersivê bidin êrişan hemûyan. -
Fatîn Kanat: Desthilatdarî şewbê bi kar tîne
Serokê ÎHD'ê yê Enqereyê Fatîn Kanat diyar kir ku di dema şewbê de mafên mirovan hîn bêhtir hatin binpêkirin û got, "Desthilatdarî şewbê mîna amûrekê bi kar tîne." -
Beştaş: Rawestîna li ser tecrîdê zordarî ye
Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş diyar kir rawestîna li tecrîda li Imraliyê ji nehiqûqiyê wêdetir zordarî ye. Beştaş got, ''Li welatekî ji bo ku yasa werin bicihanîn heke mirov ji bêgavî bikevin grêva birçîbûnê ev asta rejîma totalîter nîşan dide -
9 fezlekeyên nû pêşkêşî meclîsê hatin kirin
Ji bo rakirina mafê destnedana parlamenteriyê, têkildarî 6 wekîlan 9 fezlekeyên nû pêşkêşî meclîsê hatin kirin. -
AvEG-Kon: Ji Mereşê heta Roboskî hesabê komkujiyan wê bê pirsîn
AvEG-Konê diyar kir ku komkujiyên Mereş û Roboskî mîna komkujiyên din hemûyan cihekî mezin di dilê wan ê bi hêrs de girtiye û wê hesab ji kujeran û rejîma faşîst bê pirsîn. -
Greva birçîbûnê di roja 24'an de didome
Greva birçîbûnê ya li zindanan a ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe dest pê kirî, di roja 24'an de didome. -
Li Bordeaûxê çalakiya ji bo azadiya Ocalan
Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Bordeaûx ê Fransayê, bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava, çalakiyek li dar xistin. -
Krîza koronayê bi kêrî Merkel hat
Rê û rêbazên ku Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel li dijî krîza koronayê bi kar anî, dengê partiya wê CDU/CSU ji her demê bêhtir zêde kir. -
Polîtîkaya 'ewlekariyê' ya desthilatdariyê di sala 2020'î de jî gelek mirov kuşt
Li Tirkiyeyê, ku ji aliyê rêveberiya AKP-MHP'ê ve tê birêvebirin, binpêkirina mafên mirovan û mafê jiyanê di sala 2020'î de jî dewam kir. -
ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2020'Î
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Di ‘Rûniştina F’yê de, komkujiya 19’ê Kanûnê hate bibîranîn
Di çalakiya 456’an a ‘Rûniştina F’yê de, kesên di komkujiya 19’ê Kanûnê ya bi “Vegera Jiyanê” hatî binavkirin de jiyana xwe ji dest dayîn, hatin bibîranîn. -
Pêşniyaza qanûna ji bo desteserkirina komeleyan hate komîsyonê
Pêşniyaza qanûna ku rê li ber desteserkirina komele, weqf û saziyên civakî yên sivîl vedike, hate komîsyonê. 12 xalên wê yên pêşîn hate qebûlkirin. -
ÎHD: Girtiyê nexweş nayê tedawîkirin
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdulbarî Yildirim ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 ya Şakranê girtiye û diyar kir ku tedawiya wî nayê kirin.