Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Kîno Gabrîal êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Eyn Îsayê nirxand û diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişan dixwaze qadên nû dagir bike.
Gabrîal ji ANHA'yê re axivî û destnîşan kir ku şervanên QSD'ê wê êriş û pîlanên dewleta Tirk têk bibin.
Gabrîal li ser helwesta dewletên garator Rûsya û Emerîka li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker, diyar kir ku ew van êriş û hewldanên dewleta Tirk û çeteyên wê bi tu awayî qebûl nakin û wiha domand: "Lê di heman demê de xuya bû ku helwesta fermî ya dewletên garantor girêdayî siyaseta berjewendiyên di navbera hêzên navneteweyî û dewleta Tirk de (wekî hêzeke herêmî) ye. Ev ne tiştekî nû ye û me di salên şer de ew yek dît. Divê em li benda tiştekî cuda nemînin."
Gabrîal piştrast kir ku hêzên wan pabendî peymanan in û agirbestê pêk tînin û got: "Em ê di çarçoveya parastina rewa de li ber xwe bidin û bersiva êrişên li dijî herêmê bidin. Divê hêzên din ku peyman îmze kirine jî, li hemberî van binpêkirinan bêdeng nemînin."
Kîno Gabrîal li ser îdiayên hin hêzan ku gotin peymana dawîn a di 9'ê Cotmehê di navbera QSD'ê û hêzên Rûsya û hêzên hikumeta Şamê de ku li ser avakirina 3 nuqteyên çavdêriyê li navçeya Eyn Îsayê li hev kiribûn, ji bo radestkirina navçeya Eyn Îsa ji hikumeta Şamê re, wiha got: "Tiştekî wiha nîn e. Heke tiştek bi vê rengî hebûya, me bi awayekî fermî ragihandiba."
Kîno Gabrîal di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku gefên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin ku ev parçeyekî ji siyaseta wê li seranserê herêmê û Rojhilata Navîn e.