BI DÎMEN

Hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya bi Hevserokên DEM Partiyê destpê kir

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê li navenda giştî ya partiyê bi Hevserokên DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari re hevdîtin kir.

HEYETA ÎMRALIYÊ-HEVSEROKÊN GIŞTÎ

Piştî hevdîtina 6'ê Tîrmehê ya bi Rêber Apo re endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari re hevdîtin kirin. Civîn li çapemeniyê girtî pêk hat.

Piştî hevdîtinê heyet wê bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike.

Tê payin ku di hevdîtina bi Erdogan re Serokwekîlê Giştî yê AKP'ê Efkan Ala û Serokê Rêxistina Îstîbaratê ya Milî (MÎT) Îbrahîm Kalin jî amade bin.