Leyla Guven hate destgîrkirin
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku rejîma Tirk 22 sal cezayê girtîgehê lê birî, hate destgîrkirin.
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku rejîma Tirk 22 sal cezayê girtîgehê lê birî, hate destgîrkirin.
Rûniştina doza Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven a ji 18 sûcên cihê ku ji îdîanameyên hatine kirina yek pêk tê dihate darezandin li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hatibû.
Dozger bi îdîayên ‘avakirina rêxistin û rêvebirin’, ‘endamê rêxistinê’, ‘tevlîbûna civîn û xwepêşandanên derqanûnî’ û ‘tevlîbûna meşên bê çek ên derqanûnî û tevî hişyariyan jî ji ber xwe ve belavnebûnê’ daxwaza ceza li Guven bê birîn xwestibû.
Heyeta dadgehê li ser daxwaza dozger ji bo guven biryara 22 sal û 3 meh ceza birî û biryara girtinê da.
Piştî vê biryarê Leyla Guven li gorî saeta herêmî saet 23:30’î li Amedê hate destgîrkirin.
Guven a birin edliyeyê tê payîn ku bibin girtîgehê.