ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2020'Î

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Pêwîstiya Kurdan ji her demê bêhtir bi yekîtiya neteweyî heye. Hewldanên ji bo vê yekê salên dawî zêde bûn. Hin gavên dîrokî hatibin avêtin jî ev xewn û xeyala sed salî ya Kurdan hîn jî li benda pêkhatinê ye.

Gerîlaya YJA Starê Bêrîtan Erzûrûm qala çalakiyeke 2018'an a li qada Valto ya Geliyê Tiyarê kir.

Ji jin û zarokên DAÎŞ'î yên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê radest kir, tenê yek ji wan di dema ketina Elmanyayê de hate destgîrkirin. Li gel protokola ji bo wergirtina DAÎŞ'iyan hate îmzekirin jî rayedarên Elman navê rêveberiya xweser bilêv nekirin.

Muxalefeta Macaristanê, ji bo hilbijartinên 2022'an li dijî hikumeta Vîktor Orban ku bi otorîteriyê tê rexnekirin, yekemcar eniyeke hevpar ava kir.

Tespîtkirina cûreyê vîrûsa koronayê ya nû ku li Îngilistanê mûtasyon derbas kir, bû sedema tirs û fikaran.