Di ‘Rûniştina F’yê de, komkujiya 19’ê Kanûnê hate bibîranîn

Di çalakiya 456’an a ‘Rûniştina F’yê de, kesên di komkujiya 19’ê Kanûnê ya bi “Vegera Jiyanê” hatî binavkirin de jiyana xwe ji dest dayîn, hatin bibîranîn.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), di çalakiya 456’emîn a “Rûniştina F” de, kesên di Komkujiya 19’ê Kanûnê ya “Vegera Jiyanê” de jiyana xwe ji dest dabûn, bibîranîn. Çalakî bi rêya medyaya civakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de bal kişandin li ser rewşa girtiyên bi nexweşên ên teşxîsa “Wernîcke Korsakof” ji bo wan hatine danîn.

SÛCÊ MIROVAHIYÊ

Ji Lîjneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Ferît Barût daxuyanî xwend û bal kişand ser operasyonên bi “Vegera Jiyanê” bi nav kirîn a di 19’ê Kanîna 2000’an de hatî lidarxistin. Barût, kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn û wiha got, “Ji bo ku girtiyan têxin Girtîgehên Tipa F’ê, li 20 girtîgehan, di heman demê de dest bi operasyonê hat kirin û vê operasyonê 4 rojan dom kir. Di vê operasyonê de 30 girtiyan û 2 leşker bi giştî 32 kesan jiyana xwe ji dest dan. Gelek girtî jî birîndar bûn. Kesên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane em wan bi bîr tînin.”

Barût, rewşa girtiyên bi nexweşiyên giran ên ku teşxîsa “Wernîcke Korsakof” a şîzofrenê ji wan re hatiye danîn bi bîr xist û wiha dom kir; “Di girtîgehan de, ji 500 girtiyan zêdetir bi sendroma ‘Wernîcke Korsakof’ ketine û ji bo jiyana xwe dom bikin, divê bên tedawîkirin. Pêdiviya wan bi alîkariyê heye. Îro di lîsteya me ya nexweşên giran de, 31 girtiyên bi Wernîcke Korsakofê ketine hene. Mafên wan ên tendirustiyê û jiyanê tune tê hesibandin û di girtîgehan de tên hiştin.”

Barût di dawiya axaftina xwe de, navê girtiyên bi nexweşiya “Wernîcke Korsakof” ketine, wiha rêz kir: “Abdullah Kalay, Aslihan Gencay, Bekir Şîmşek, Cengîzhan Pîlaf, Ergul Çîçekler, Fîkret Kara, Hasan Tahsîn Akgun, Înan Çoban, Înan Gok, Kamîl Tûranlioglu, Mehmet Alî Çelebî, Mesût Denîz, Samî Ozbîl, Selman Ozcan, Sevgi Saymaz, Sinan Akbayir, Tarkan Ugurlu, Taylan Balataci, Zeynel Karabulut, Huseyin Akiş, Mustafa Gok, Orhan Atalay, Talat Şanli, Yusuf Kenan Dînçer, Ozgur Çelîk, M. Denîz Guzel, Kemal Gomî, Kemal Erturk, Kemal Ozelmalî, Sureya Bulut û Serpîl Cabadan.”