Fatîn Kanat: Desthilatdarî şewbê bi kar tîne

Serokê ÎHD'ê yê Enqereyê Fatîn Kanat diyar kir ku di dema şewbê de mafên mirovan hîn bêhtir hatin binpêkirin û got, "Desthilatdarî şewbê mîna amûrekê bi kar tîne."

Serokê Şaxê Enqereyê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Fatîn Kanat diyar kir ku binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê di dema şewbê de gihîştiye asta herî bilind.

Kanat bûyerên di sala 2020'î de qewimîn ji ANF'ê re nirxand û destnîşan kir ku desthilatdariyê şewba vîrûsa koronayê mîna amûrekê bi kar tîne.

'MAFÊN MIROVAN JI NEDÎTÎ VE TÊN'

Kanat destnîşan kir ku girtîgeh ji aliyê fêhmkirina binpêkirina mafên mirovan cihekî girîng e û got, "Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê di asteke metirsîdar de mafên mirovan tên binpêkirin. Mafê herî ji rêzê û mirovî ji nedîtî ve tên. Nêzîkatiyên xerab û binpêkirina rûmeta mirovan tên nîşandan. Mafê nameyê, hevdîtinê û civakîbûnê tên astengkirin."

'WELATÊ REWŞA AWARTE'

Kanat bal kişand ser polîtîkayên talanker ên desthilatdariyê û bi bîr xist ku welat hîn jî bi Rewşa Awarte tê birêvebirin. Kanat got, "Ji dema hilbijartinên xwecihî û vir ve li Kurdistanê rewş bi vî rengî ye. Hevşaredarên hatine hilbijartin hemû bi siyaseta qeyûm ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Ji Kurdan re wiha hate gotin, 'Hûn kê hilbijêrin jî ez ê îradeya we nas nekim'. Mafên civîn, xwepêşandan û meşê hate astengkirin. Ji 15'ê Tîrmehê û vir ve ji dema Rewşa Awarteyê û vir ve ku qaşo ji holê hate kirin, bi biryarnameyeke din veguheriye welatekî ku bi Rewşa Awarte tê birêvebirin."

'TECRÎD BI TENA SERÊ XWE BINPÊKIRINEKE GIRAN A MAFÊN MIROVAN E'

Kanat li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî axivî û diyar kir ku mafên destûra bingehînî li Tirkiyeyê li ser kaxizê mane.

Kanat got, "Tecrîd bi tena serê xwe binpêkirineke giran a mafên mirovan e" û wiha dewam kir, "Li gorî Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê her wiha li gorî gelek hevpeymanan maf hene ku nabe ji holê bên rakirin. Lê belê desthilatdariya heyî ku destûra xwe ya bingehîn jî nas nake, dikare van pîvanan bi hêsanî binpê dike. Di demeke wiha de tecrîd li girtîgehan hemûyan belav kiriye û bi hinceta şewbê vê rewşê mezin dike. Ewropa jî vê mijarê ji nedîtî ve tê û ji ber ku zextê li Tirkiyeyê nake, ev rewş wiha dewam dike."