ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2020'Î

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Endamê Meclîsa Partiyê ya PJAK'ê Amed Şaho diyar kir ku pêwîstiya gelên Îranê bi proje û têkoşîna hevbeş heye û destnîşan kir, ku wan ji ber vê yekê dest bi pêngava 'Erê ji demokrasiyê re, na ji darvekirinê re' kirine.

Hevserokê HDP’a Wanê Okkeş Kava anî ziman ku li Wanê qirkirinek ji ya salên 90'î wêdetir pêk tê û got, "Li Wanê ti carî Rewşa Awarte nehatiye rakirin û bi taybet jî Wan weke herêmek pîlot hatiye destnîşankirin."

Li Tirkiyeyê, ku ji aliyê rêveberiya AKP-MHP'ê ve tê birêvebirin, binpêkirina mafên mirovan û mafê jiyanê di sala 2020'î de jî dewam kir.

Li gorî lêkolîneke Neteweyên Yekbûyî, rojnamevanên jin ji hempîşeyên xwe yên mêr bêhtir dibin hedefa destdirêjî û tundiya onlîne.

Rê û rêbazên ku Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel li dijî krîza koronayê bi kar anî, dengê partiya wê CDU/CSU ji her demê bêhtir zêde kir.

Piştî ku Brîtanya ji nava Yekîtiya Ewropayê derket, li Skoçyayê hêviya serxwebûnê zêde bû. Hikumeta Skoç dixwaze bi referandûma nû ji Brîtanyayê qut bibe û tevlî Yekîtiya Ewropayê bibe.