Têkoşîna edaletê ya ji bo cangoriyên qetlîama Sûrûcê didome

Di meha 65’emîn a Qetlîama Sûrûcê de li Stenbolê li ser torên civakî daxwaza edaletê hate kirin.

Înîsîyatîfa Malbatên Sûrûcê ji ber qedexeyên derketina derve li ser torên civakî daxwaza xwe ya edaletê anîn ziman.

Di daxuyaniya înîsîyatîfê de hate diyarkirin ku 33 kes 65 meh berê ji bo avakirina Kobanê derketibûn rê lê li Navenda Çandê ya Amarayê ya Sûrûca Rihayê di êrîşa bombeyî de hatibûn qetilkirin.

Di daxuyaniya înîsîyatîfê de hate diyarkirin ku qeydên kamerayê neketine dosyeya dozê û hate gotin, “Abdullah Omer Aslan ê ku dema wêneyê cihê bûyerê dikişand û hatibû zeftkirin, piştre teslîmî polîsan hatibû kirin. Lê derbarê vî kesî tu tiştek nehate kirin. Malbat û parêzerên me gelek caran derbarê Abdullah Omer Aslan giliyê sûc kiribûn lê tu carî îfadeya wî jî nehatibû stendin. Em dixwazin ev kes were darizandin.

Îlhamî Balî yê ku bi bultena sor lê dihate gerandin derketibû holê ku li Enqereyê li otelekê bi peywirdarên MÎT’ê re rûniştiye. Ligel ku biryara girtinê li ser vî kesê plansazê qetlîamê heye, derbarê wî tu tişt nehate kirin.”