Şehîdên Mereş û 19’ê Kanûnê hatin bibîranîn

HDP’ê li Semsûr û Edeneyê cangoriyên qetlîama Mereş û 19’ê Kanûnê bi bîr anî.

Rêxistinên HDP’ê yên Edene û Semsûrê cangoriyên komkujiyên Mereş û 19’ê Kanûnê ku navê (Vegera li Jiyanê) lê hatibû kirin, bi bîr anîn. Gelek kes tevlî bîranîna li Edeneyê bûn. Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş, di bîranînê de axivî û diyar kir ku dîroka nêz a Tirkiyeyê dîroka înkar û îmhayê ye.

Karakiş, da zanîn ku bi kevneşopiya dewletê ya rastiya xwe qebûl nakin re rû bi rû ne û wiha got: “Tiştên li Mereşê bûn di hêla hiqûqî de ecêb bûn. Di bin kontrola dewletê de bi dehan mirov hatin qetilkirin û seqet hatin hiştin. Weke duh îro jî li girtîgehan tecrîd û îzolasyon heye. Divê şertên girtîgehan bên başkirin.”

SEMSÛR

Bi heman armancê li Rêxistina HDP’ê ya Semsûrê jî bernameyeke bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de ji bo qurbaniyan rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê HDP’a Semsûrê Mehmet Alî Alataş, di bernameyê de axivî û diyar kir ku wan Komkujiya Mereşê ji bîr nekirine û wê hesab ji berpirsyaran bipirsin.