ROJEVA 22'Ê KANÛNA 2020'Î
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Jinên ji Eyn Îsayê diyar kirin ku dewleta Tirk hewl dide gel bitirsîne, bide koçberkirin û bi vî rengî herêmê bi hêsanî dagir bike. Jinan destnîşan kirin ku wê dest ji mal û xaka xwe bernedin û li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin.
Heyva Sor a Kurdistanê ku meha derbasbûyî ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi kampanya "100 cîhazên hilmstandinê" kiribû, weke gava destpêkêya kampanyayê 15 ji van cîhazan şand Rojava.
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Ahmet Kaya li ser bingeha teorîk a tifaqa neteweyî axivî û got, "Tifaq û yekîtiya neteweyî divê weke pastayên bazirganiyê neyên dîtin."
Parlamenta Lubnanê, li dijî destdirêjî û tundiya li nava malê tedbîrên nû yên ji bo parastina jinê qebûl kir. Parêzvanên mafên jinan diyar kirin ku ev tedbîr kêm in û nerazîbûn nîşan dan.
Peymana Nukleerê bi gavên DYE û Îranê hîn bêhtir dikevin rewşeke nediyar. Dewletên ku mohra xwe danîne binê peymanê bang li Joe Bîden kirin ku mohra xwe deyne binê vê peymanê.
Hate ragihandin, doktorekî Sûriyeyî ku li Elmanyayê di statuya penaberiyê de ye, wê ji ber sûcê li dijî mirovahiyê bê darizandin.
Piştî hilbijartinên 6'ê Kanûnê yên li Romanyayê, eşkere bû ku partiyên alîgirê Yekîtiya Ewropayê wê ji nû ve koalîsyonê çêbikin.