Yekîtiya hêzê: Polîtîkayên komkujiyê îro jî dewam dikin

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê ragihand ku Komkujiya Mereşê ji bo xalîkirina Kurdan û Elewiyan a ji Mereşê hatiye kirin û diyar kir ku heman polîtîka niha jî bi rê û rêbazên cuda dewam dike."

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê daxuyaniyek weşand û bi bîr xist ku di 19'ê Kanûna 1978'an de li Mereşê li dijî Kurdan, Elewiyan û şoreşgeran komkujî hate destpêkirin, vê komkujiyê heta 26'ê Kanûnê dewam kir û zêdeyî 100 Elewî, Kurd, şoreşger hatin qetilkirin, mal, kargehên wan hatin desteserkirin, talankirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku heman polîtîka niha jî bi rê û rêbazên cuda dewam dike û hate gotin, "Di sala 2012'an de qetilkirina ciwanên Kurd li Roboskî bi balafirên şer ên dewleta Tirk, gelo ne nîşaneya dewamkirina vê polîtîkaya qirker e?"

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em ew mirov in ku êşa komkujiya Mereşê, Roboskî, girtîgehn û komkujiyên din dîtine, ji bîr nakin û nadin jibîrkirin. Em; Kurd, Elewî û şoreşgerên ku ji vê êşê biryardariya hesabpirsînê wergirtine, em ê têkoşînê mezin bikin û jiyana azad bidin gelên xwe."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Îrade û daxwaza hesabpirsîna ji van komkujiyan hîmê herî xurt û çavkaniya bingehîn a hêzê ye. Bila dost û dijmin zanibin ku hêzên rêxistinbûyî yên gelên me, wê vê sîstema qirker û komkujiyê efû neke wê hesab bipirsin.

Bi vê biryardariyê em dibêjin; ji bo hilweşandina dewleta faşîst a qirker û kujer;
- hîn bêhtir rêxistinbûn
- hîn bêhtir berxwedan
- hîn bêhtir têkoşîn. Bi vî rengî em ê teqez bi ser bikevin."