HDP'ê ji bo lêkolînkirina Komkujiya Mereşê pêşnûme pirs da

Parlamenterê HDP'ê Mahmût Togrûl, ji bo lêkolînkirina Komkujiya Mereşê pêşnûme pirsek pêşkêş kir û bal kişand ser rola dewletê.

Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl ji bo lêkolînkirina Komkujiya Mereşê pêşnûme pirsek da Meclîsê.

Togrûl di pêşnûmeyê de bi bîr xist ku beriya niha bi 42 salan di navbera 19 û 24'ê Kanûna 1978'an de li Mereşê li dijî Elewiyan komkujiyek hate kirin.

Di pêşnûme pirsê de hate gotin, "Di van bûyeran de ku hefteyekê dewam kir, li gorî daneyên fermî 111 welatiyên me hatin kuştin, 176 jî birîndar bûn. Her wiha 210 xanî û 70 kargeh hatin rûxandin."

Togrûl diyar kir ku ji bo rastî bên eşkrekirin, divê bandorên siyasî û civakî bên lêkolîn û mexdûriyet ji holê bê rakirin.

Togrûl destnîşan kir ku heta hesabê komkujiyê neyê dayin, paşeroj nikare bê avakirin û xwest Komkujiya Mereşê ji aliyê Meclîsê ve bê lêkolîn.