Beştaş: Rawestîna li ser tecrîdê zordarî ye

Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş diyar kir rawestîna li tecrîda li Imraliyê ji nehiqûqiyê wêdetir zordarî ye. Beştaş got, ''Li welatekî ji bo ku yasa werin bicihanîn heke mirov ji bêgavî bikevin grêva birçîbûnê ev asta rejîma totalîter nîşan dide

Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş raporên Komîteya Pêşîlêgira Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), ya Komîteya Domdar a Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê (KDMPKE), DMME'yê bi bîr xist û got desthilata Tirk van saziyên navnetewî, peymanên navnetewî red dike, li gorî van naçe, li ser neheqî, nehiqûqî û neçareserkirinê radiweste. Beştaş got, ''Di polîtîkaya derve de şer, pevçûn, têkiliyên neçê xwe nîşan didin û di polîtîkaya navxwe de jî tecrîda li ser Rêzdar Ocalan û têkilî vê bi polîtîkayên şer hişmendiya ku aştî û çareseriyê red dike xwe nîşan dide, ku ev hemû têkilî hev in.''

Beştaş bal kişande ser grêvên birçîbûnê yên ku li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe ji 27'ê Mijdarê û vir ve didomin û got, ''Heke li welatekî ji bo ku yasa werin bicihanîn mirov bêgav mabin ku bikevin grêva birçîbûnê ev rewşeke pir kambax e. Rewşeke ku divê nebe. Beştaş got, ''Li girtîgehan hebûna mirovan yên ku ji bo tecrîdê ketine grêva birçîbûnê asta rejîma totalîter nîşan dide.''

Beştaş bi berdewamî got, ''Em partiyeke wiha ne ku tecrîdê û rewşa li girtîgehan qebûl nakin û dijî vê têdikoşin. Ez rast nabînim ku biryara girtiyan binirxînim lê aşkere ye li gel vê daxwaz, têkoşîn û berxwedanê, ji bo ku tecrîd nehatiye rakirin li grêva birçîbûnê fikirî ne. Tiştên têne jiyîn weke rewşeke xitimandinê nirxandin û wiha dest bi grêva birçîbûnê kirine.''