9 fezlekeyên nû pêşkêşî meclîsê hatin kirin
Ji bo rakirina mafê destnedana parlamenteriyê, têkildarî 6 wekîlan 9 fezlekeyên nû pêşkêşî meclîsê hatin kirin.
Ji bo rakirina mafê destnedana parlamenteriyê, têkildarî 6 wekîlan 9 fezlekeyên nû pêşkêşî meclîsê hatin kirin.
Ji bo rakirina mafê destnedana parlamenteriyê 9 fezlekeyên nû pêşkêşî meclîsê hatin kirin.
Têkildarî Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz 3 fezleke, têkildarî parlamenterên HDP'ê Îmam Taşçier, Nûran Îmîr, Necdet Îpekyuz, Gulistan Kiliç Koçyîgît û Meral Daniş Beştaş fezleke hatin amadekirin.
Yek ji fezlekeyan jî têkildarî Parlamenterê ÎYÎ Partî yê Konyayê Fahrettîn Yokûş hate amadekirin.