ROJANE
Hemû Nûçe
-
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîdên Serhedê li 11 bajaran çalakî kirin
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîdên Serhedê ragihand ku li 11 bajaran çalakî kirine. Hate gotin ku çalakî di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ hatiye kirin. -
Li Girtîgeha Sîncanê binpêkirina mafan
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê binpêkirina mafan ji malbata xwe re ragihandin. -
HDP: Desthilatdarî mirinan normalîze dike
HDP’ê diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê dixwaze mirinên ji ber şewbê normalîze bike û got, “Ji bo ku tiştek bi mirovan neyê divê 28 rojan hemû kes vekişin malên xwe.” -
ÎHD û OHD: Rewşa Tûran giran e bila were berdan
ÎHD û OHD bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş ê giran Abdullah Tûran û destnîşan kirin ku pêwîste Tûran tavilê were berdan û ew ê derbarê nexweşxaneya tedawiya wî asteng kiriye de jî gilî bikin. -
Têkildarî 3 wekîlên HDP'î fezleke hate amadekirin
Ji bo mafê wan ê destnedayina parlamenteriyê bê rakirin, têkildarî 3 wekîlên HDP'î 4 fezlekeyên nû pêşkêşî meclîsê hatin kirin. -
Girtiyê di greva birçîbûnê de ye kete ber lêpirsînê
Ji girtiyên siyasî Delîl Tekîn ji ber axaftina xwe ya bi rêya telefonê kete ber lêpirsînê. -
Greva birçîbûnê di roja 20'î de ye
Greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger a li girtîgehan, ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di roja 20'î de ye. -
Li Edeneyê kesek hate destgîrkirin
Li Edeneyê di operasyona qirkirina siyasî de kesek hate destgîrkirin. -
PDK li Stûttgartê hate şermezarkirin
Ciwanên Kurd li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê êrişa hêzên PDK'ê ya li dijî gerîlayên HPG'ê şermezar kirin. -
KNK'ê ji bo diyalogê bang li PDK û PKK'ê kir
Hevserokê KNK'ê Ahmed Karamûs ji ber rîska mezin a şer bang li PKK û PDK'ê kir ku tavilê diyalogê bikin. Karamûs got, "Bi rengekî eşkere bang li pêşmerge û gerîla dikim; xwe ji şer vegirin." -
ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2020'Î
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê. -
Li Manîsayê êrîşî Soyu yê HDP’î kirin
Li Manîsayê ji ber ku endamê HDP’ê Sebrî Soyu Kurdî axiviye, du nîjatperestên Tirk êrîş bire ser. -
Însiyatîfa Zarokên Agir çalakî kirin
Însiyatîfa Zarokên Agir diyar kirin ku wan roja 14’ê Kanûnê li Rîzeyê çalakiyek a şewatê lidar xistine. -
Li Girtîgeha Dûzceyê pêketiyên korona zêde bûn
Vedat Gultekîn ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê de girtîye, diyar kir, pêketiyên hêla koronayê û guriyê zêde bûne. -
Parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe serlêdan kirin. -
Tîmên Bersivdanê yên Şehîd Soro Amed çalakî kirin
Tîmên Bersivdanê yên YPS'ê yên Şehîd Soro Amed li Manîsayê li dijî fabrîkayeke ku parçeyên otomatîvê çêdikirin çalakiyeke sabotajê kirin. -
Girtî: Encam neyê bidestxistin, em ê dest bi greva bêdorveger bikin
Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 19'an de ye. Girtî Mehmet Kûrt diyar kir ku eger ew encamê bi dest nexin, wê çalakiya xwe veguherînin greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger. -
Doza Hrant Dînk ji bo 17'ê Kanûnê hate taloqkirin
Doza ku 76 bersûcên ji kuştina Hrant Dînk tên darizandin ji bo 17'ê Kanûnê hate taloqkirin. -
Greva birçîbûnê di roja 19’an de ye
Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zextên li girtîgehan were bidawîkirin girtiyan greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Çalakî bi koma 4’an re di roja 19’an de didome. -
KNK, KCDK-E û Koordînasyona Êzidî Mam Beşîr bi bîr anîn
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) û Koordînasyona Civaka Êzidiyan a li Ewropayê ji bo Mam Beşîr peyama sersaxiyê weşandin. -
ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2020'Î
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Li Cizîrê 2 kes û li Mêrsînê jî kesek hatin girtin
Ji 6 kesên dawiya hefteyê li navçeya Cizîr a Şirnexê hatibûn destgîrkirin 2, li Mêrsînê jî kesek ku ji 9’ê Kanûnê ve destgîrkirî bû hatin girtin. -
Însiyatîfa Zarokên Agir li ser çalakiyên xwe daxuyanî da
Îsniyatîfa Zarokên Agir ragihand ku 13’ê Kanûnê gelek cih şewitandine. -
Milîsên HBDH’ê li Îzmîrê çalakî kirin
Milîsên HBDH’ê li Bûca ya Îzmîrê bi çalakiya ku kirin berxwedana zindanan silav kir. -
Lîrayê Tirkan roj bi roj dihele
Lîrayê Tirkan roj bi roj dihele û qîmeta wê kêm dibe.