Pêşniyaza qanûna ji bo desteserkirina komeleyan hate komîsyonê
Pêşniyaza qanûna ku rê li ber desteserkirina komele, weqf û saziyên civakî yên sivîl vedike, hate komîsyonê. 12 xalên wê yên pêşîn hate qebûlkirin.
Pêşniyaza qanûna ku rê li ber desteserkirina komele, weqf û saziyên civakî yên sivîl vedike, hate komîsyonê. 12 xalên wê yên pêşîn hate qebûlkirin.
Pêşniyaza ‘Qanûna derbarê pêşîlêgirtina çekên qirkirina girseyî’ ya ku rayeyên Wezareta Navxweyî zêde dike û rê li ber vî tiştî vedike ku qeyyûm li ser komele, weqf, saziyên civakî yên sivîl were peywirdarkirin hate Komîsyona Edaletê ya Meclîsê.
HDP’Ê NERAZÎBÛN NÎŞAN DA
Parlementerê HDP’ê yê Agiriyê Abdullah Koç derbarê vê pêşniyaza qanûnê got ku, “Hiqûqa navneteweyî gelek tiştan ji Tirkiyeyê dixwaze. Neteweyên Yekbûyî ji bo parastina mafên mirovan û azadiyên sereke hiştariyan dike. Mehmet Bal ê ku ji serdana kurê xwe yê di girtîgehê de ji Êlihê hatibû Stenbolê ji 24’ê Çileyê ve agahî jê nayê stendin. Yûsûf Bîlge Tûnç jî 500 roj in agahî jê nayê stendin. Em dibînin ku ev pêşniyazên qanûnan nikare sûdê li demokrasiyê bike.”
Parlementerê HDP’e yê Êlihê Ruştu Tîryakî jî got ku, “Em vê qanûnê bidin destê kesekî, heke derbarê pêşîlêgirtina fînansmana çekên qirkirina girseyan xalek jî hebe, em ê jê re li çepikan bidin.”
Ji nav 43 xalên pêşniyazê 12 xalên wê hatin qebûlkirin.