ROJEVA 16'Ê ADARA 2021'Ê
Nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.
Çalakiyên ku ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re têne lidarxistin wê werin şopandin.
Bûyerên têkildarî gef û êrişên hikumeta navendî ya Iraqê yên li ser Şengalê wê bên şopandin.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan got, "Êdî cîhanê dît bê Rêber Apo lîderekî çawa ye. Ji ber vê yekê sendîkayên gelek welatan xwedî lê derdikevin û ji bo azadiya wî kampanyayan dimeşînin."
Nobeda Azadiyê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, vê hefteyê bi koma ji Mantes La Jolîe dewam dike.
Hevserokê HDP'ê yê Cizîrê Uzeyyîr Kilinç da zanîn ku hêza Ocalan heye ku pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bike û got: “Dengê Birêz Ocalan dengê aramî û aştiya welat e. Ji bo ku pirsgirêk bên çareserkirin divê tecrîd rabe û bi awayekî fîzîkî Birêz Ocalan azad bibe.”
Şervana YPJ'ê ya Enternasyonalîst Hêlîn Qereçox (Anna Campbell) ku di 15'ê Adara 2018'an de li Efrînê di Berxwedana Serdemê de şehîd bû, ji aliyê şervanên YPJ û YPG'ê ve bi merasîmeke leşkerî hate bîranîn.
Rojnamevan-nivîskar Alî Mahmoûd, ku ji bo darizandina sûcên qirkirinê yên li dijî Kurdan li qada navneteweyî hewl dide, ji ANF'ê re axivî. Têkildarî Helebçeyê got, "Ji bo birînên Helebçeyê ku bi salane nekewiyane, divê karekî encamgir bê kirin."
Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê ragihand ku Newroza îsal ji ber şewbê wê ne bi girseyî, lê belê li her cihî bi rêbzên afirîner bê pîrozkirin.
Li gorî lêkolînekê, di şaristaniya El Argar a li Spanyayê de ku beriya 4 hezar salî xwedî hikum bû, herî kêm di serdemeke wê de jin di asta rêveberiyê de bûn.
Ji bo bendava mezin a li ser Çemê Nîlê ku di navbera Misir, Sûdan û Etiyopyayê bûye sedema nakokiyên mezin, serî li Neteweyên Yekbûyî hate dayin.