Girtiyê nexweş ê ku jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
Girtiyê nexweş Hayrettîn Yilmaz ê ku li Girtîgeha Afyonkarahîsarê tedawiya wî hatibûa astengkirin û jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî li Dihêya Sêrtê hate veşartin.
Girtiyê nexweş Hayrettîn Yilmaz ê ku li Girtîgeha Afyonkarahîsarê tedawiya wî hatibûa astengkirin û jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî li Dihêya Sêrtê hate veşartin.
Hayrettîn Yilmaz di 14’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa T a Afyonkarahîsarê jiyana xwe ji dest da.
Malbatê cenazeyê Yilmaz wergirt û vegeriya Dihê. Cenaze di destê sibehê de gihişt Dihê. Konvoya cenaze li ser rêya Dihê-Sêrtê 2 caran û li navenda navçeyê jî carekê hate sekinandin.
Polîsên Tirk diyar kirin ku ew destûrê nadin 300 kesên ku ji bo veşartina cenaze hatibûn. Piştre destûr hate dayîn. Cenazeyê girtiyê nexweş di bin ablûkaya jendirmeyan de bi komeke qelebalix li gundê Bereşa hate veşartin.
Hayrettîn Yilmaz ê 65 salî bi penceşêra pişikê ketibû, nexweşiyên wî yên wekî ulser, gastrît, reflu, nexweşiyên mîde hebû. Rayedarên Tirk koronavîrus kiribûn hincet, demeke dirêj tedawiya Yilmaz asteng kiribûn. Cezayê wî ji ber ku ketibû biniya salekê mafê serbestiya bi kontrol jî nedabûn wî.