ROJEVA 17'Ê ADARA 2021'Ê
Nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.
Çalakiyên ku ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re têne lidarxistin wê werin şopandin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girava Îmraliyê di nava rejîmeke tecrîd û êşkenceyê de dîlgirtî ye, 324 roj in agahî jê nayê girtin.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan li ser polîtîkaya tundiyê ya desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li Kurdistanê axivî û got, "AKP-MHP bi tundiyê nikare gelekî tune bike. Nikare gelê Kurd bi tundiyê teslîm bigirin."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkildarî Newrozê daxuyaniyek da û destnîşan kir, ku fedayiyên gelê Kurd mîna ku Kawayê Hesinkar li qesra Dehaq ê zalim agir dada, wan jî agirê azadiyê dadan."
Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Dogan Erbaş diyar kir, daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ku îdîayên têkildarî Ocalan red kir, têrker nedît û got, "Divê bi lezgînî tecrîd bi dawî bibe û hevdîtin pêk were."
Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Salih Muslim got, "Tecrîda li Îmraliyê ne tenê di destê Tirkiyeyê de ye. Rêveberiya li wir ne tenê girêdayî dewleta Tirk e. Bi qasî Tirkiyeyê, NATO jî berpirsyar e. Yên ku Rêbertî revandin berpirsyar in."
Endamê Koordînasyona KCR'ê Tolhildan Zîlan got, "Ti êrişa li ser Rêber Apo bêbersiv namîne. Em ê berê xwe bidin qadên stratejîk ên Tirkiyeyê."
Li gorî mîsyonên Neteweyên Yekbûyî yên li Efrîkaya Navîn, rêjeya zarokên kêmî 5 salî yên nikarin bi têrkerî xwarinê bixwin, bi rengekî cidî zêde dibe.
Bakteriyekî li Stasyona Fezayî ya Navneteweyî hate tespîtkirin, weke delîlekî tê nîşandan ku li derveyî cîhanê çandinî dikare bê kirin.
Meteorîtekî li Cezayîrê hate dîtin û tê texmînkirin ku temenê xwe 4.5 milyar sal e, weke kevirê ezmanî yê herî kevn tê dîtin.