Kurdên li Torontoyê: Heta hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re em ê li qadan bin
Kurdên li Torontoyê ragihandin ku ew ji ber tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikar in û gotin, "Heta ku hevdîtin bê kirin em ê li qadan bin."
Kurdên li Torontoyê ragihandin ku ew ji ber tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikar in û gotin, "Heta ku hevdîtin bê kirin em ê li qadan bin."
Bi banga KCDK-E û TJK-E'yê, ji bo hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê kirin, li Kanadayê çalakî hate lidarxistin.
Piştî ku nûçeyên têkildarî tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser medya dîjîtal hatin weşandin, li bajarê Toronto yê Kanadayê, endamên Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Torontoyê li ber Konsolosxaneya Tirk daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Di çalakiyê de belavoka KCDK-E'yê hate xwendin û hate ragihandin ku divê tavilê hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd re bê kirin.
Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Freedom for Ocalan", "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn.
Kurdistaniyan diyar kirin ku heta agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werbigirin wê çalakiyên xwe dewam bikin.