Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Banga tevlêbûna li Newroza Stenbol û Izmîrê

Rêxistina Bajêr Stenbolê ya HDP'ê banga tevlêbûna li Newrozê kir, ku 20'ê Adarê li Yenîkapiyê wê were pîrozkirin, her wiha HDK, HDP û TJA'yê jî bang kir ku Newroz li Izmîrê wê li Meydana Gundogdu were pîrozkirin.


Rêxistina Bajêr a Stenbolê ya HDP'ê têkilî Newroza îsal li avahiya bajêr daxuyanî da. Hate ragihandin ku Newroz 20'ê Adarê li Meydana Yenîkapiyê wê were pîrozkirin. 

Hevseroka bajêr Elîf Bulut got ew li bendê ne hemû Stenbolî 20'ê Adarê li Meydana Yenîkapiyê bin. Bulut got, ''Em Stenbolî bang li hemû gelên Stenbolê dikin ku bi hîsa serkeftina hevpar tevlî Newrozê bibin û bibin yek. Em em ê ji bo azadiya xwe, serhildana xwe li Newrozê bin. Her wiha em bang li hemû gelan dikin ku li qadên Newrozê dengê aştiyê bilind bikin.''

'EM LI BENDÊ NE KU HER KES WERE MEYDANA GUNDOGDU'


Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Rêxistina Bajêr a Izmîrê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Insîyatîva Dayikên Aştiyê û gelek rêxistinên jinan beriya Newroza ku 20'ê Adarê li Meydana Gundogdu wê were pîrozkirin, li avahiya bajêr a HDP'ê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. 

Hevserokê Bajêr ê Izmîrê Kadîr Baydur bal kişande ser grêva birçîbûnê ya li zindanan a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got divê daxwazên girtiyan werin bicihanîn û dawî li nehiqûqiyê were.

Hevseroka Besriye Tekgur jî bal kişande ser girîngiya Newrozê ya ji bo Kurdan û gelên çewisandî û got, ''Em bang li hemû gelên xwe dikin ku li dijî zilmê li ber xwe didin, werin Meydana Gundogdu.''