Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

HDP’ê û Partiya Çep a Swêdê biryara ‘pêşxistina têkiliyan’ dan

Heyeta ku bi pêşengtiya Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan, bi serokê nû yê Partiya Çep a Swêd û derdorên din re civiyan.

HDP’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku heyeta ku bi pêşengtiya Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan ku ji Berdevka Komîsyona Karên Derve Feleknas Ûca, Nûnerê Ewropa Devrîş Çîmen pêk dihat, bi heyeta bi pêşengtiya seroka nû ya Partiya Çep a Swêd Nooshî Dadgostra pêk tê bi rêya onlîne  civiyan.

HDP’ê anî ziman ku civîna ku bi heyeta ji Serokwekîla Parlementoyê Lotta Johnsson Franarve, Parlementera Partiya Çep û Berdevkê Polîtîkayên Karê Derve Hakan Sevnnelîng û Endamê Desteya Rêvber a Forma Çep a Navneteweyî ya Swêdê Yekbûn Alp pêk dihat, saetekê dom kir. Hate ragihandin ku ji bo mijara ku têkiliyên di nava xwe de baştir bikin civiyan.

Her wiha di civînê de li ser têkiliyên Tirkiye-YE û dîsa bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin jî nirxandin hatiye kirin. Di mijara bicihanîna hiqûqê de her du partî gihane wê biryarê ku têkiliyan xurtir bikin.