Du roj piştî ku derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hesabên medya dîjîtal hin agahî hatin parvekirin, Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê daxuyaniyek da.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez derbarê daxuyaniya serdozgeriyê ya dibêje îdeayên heyî bê bingehin de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.
Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez dazanîn ku daxwaza wan ya duh kirinî çi be, îro jî hemane û got: "Ma çima em ê ji bo rewşa tenduristiya muwekîlê xwe, ji bo agahîgirtinê li benda daxuyaniyên wiha yên dozgeriyê bisekinin yan jî ma çima emê pişta xwe bi daxuyaniya dozgeriyê ve girêbidin? Ma di dewleteke hiqûqê de tiştên bi vî rengî asayî ne? Me duh çi gotibe, em îro jî heman tiştî dibêjin. Divê demildest tecrîd bê rakirin û muwekîlê me Birêz Ocalan û girtiyên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de mafên xwe yên yasayî bi kar bînin. Divê malbat û parêzer bikaribin hevdîtinê bikin û ji mafê telefon û rêbazên din ên pêywendiyan feyde bigrin. Wek parêzer em dixwazin biçin Îmraliyê û bi çavên xwe muwekîlê xwe bibînin."