Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Komkujiyên Beyazit û Helebçeyê hati şermezarkirin: Me ji bîr nekir, efû nekir!

Bi banga Rêxistinên ciwanan û Hewldana 78'an, qurbaniyên komkujiyên Beyazit û Helebçeyê hatin bîranîn.

Bi wesîleya salvegera komkujiyên Beyazit û Helebçeyê li Fakulteya Dermên a Zanîngeha Stenbolê, çalakiya bîranînê hat lidarxistin.

Çalakiya bîranînê bi pêşengiya Rêxistinên Ciwanan û Hewldana 78'an ên Stenbolê pêk hat û pankarta bi nivîsa "Em ê 16'ê Adarê Beyazit û Helebçeyê ji bîr nekin, efû nekin" hate hildan. Di çalakiyê de ji bo bîranîna qurbaniyan deqeyek rêz hate girtin.

Berdevkê Hewldana 78'an Yûnûs Bîrcan bi navê çalakgeran daxuyanî da û bi bîr xist ku rejîma Saddam sala 1988'an li Helebçeyê jin, zarok, ciwan, extiyar zêdeyî 5 hezar Kurd bi çekên kîmyewî qetil kir.

Bîrcan anî ziman ku li gel vê yekê jî nekarîne pêşî li têkoşîna gelê Kurd bigirin, lê Saddam Huseyîn weke kujerekî tune bûye, têkoşîna gelê Kurd jî dewam dike.

Bîrcan diyar kir ku ew careke din komkujiya Helebçeyê şermezar dikin û got, "Dest ji binpêkirina mafên gel û azadiyê yên Kurdan berdin."