Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Divê bi lezgînî parêzer û malbat biçin hevdîtina Rêberê Gelê Kurd

Koordînasyona Saziyên Demokratîk derbarê îddîayên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî dan û diyar kirin ku divê bi lezgînî parêzer û malbat biçin hevdîtina bi rêzdar Ocalan.

Koordînasyona Saziyên Demokratîk a ku ANYAKAY-DER jî di nav de ye derbarê parvekirinên li ser tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li ser medyaya dîjîtal hatibû weşandin, daxuyanî da.

Daxuyanî li Rêxistina HDP’ê ya li Stenbolê hate kirin. HDK, TJA, MATÛHAY-DER, DAD, DBP û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî piştgirî dan daxuyaniyê.

Hevserokê MATÛHAY-DER’ê Husnu Taş daxuyanî xwend û diyar kir ku divê bi lezgînî pêşiya hevdîtinê li Îmraliyê were vekirin. Taş bi bîr bir xist ku herî dawîn di 7’ê Tebaxa 2019’an de parêzer çûne hevdîtina rêzdar Ocalan û got, “Di 3’ê Adara 2020’an de jî hevdîtina bi malbatê hatiye kirin. Di 27’ê Nîsana 2020’an de jî ji ber pandemiyê mafê telefonê ya bi malbatê hatiyekirin.

Tecrîda li ser Îmraliyê didome û di 14’ê Adara 2021’an de jî li ser hin hesabên medyaya dîjîtal derbarê jiyana rêzdar Ocalan hin îddîa hatine kirin. Ev îddîa bûne sedema fikarên mezin. Girtîgeha Îmraliyê ji malbat, parêzer, saziyên sivîl û saziyên navneteweyî re girtiye û tecrîda li wir a bêhiqûq didome. Ji bo rakirina tecrîdê di 27’ê Mijdara 2020’an de jî li girtîgehan greva birçîbûnê hatiye destpêkirin. Tecrîda li Îmraliyê êdî bûye êşkenceyek. Di vê pêvajoyê de daxuyaniyên li ser medyaya dîjîtal me dixe nav fikaran. Ji ber vê jî di serî de hevdîtina bi parêzer û malbatê re, divê mafê telefon û hevdîtinê were bikaranîn. Di vî warî de em bang li hemû saziyên navneteweyî, partiyên siyasî dikin.

Em saziyên demokratîk diyar dikin ku bi lez parêzer û malbat biçin hevdîtina bi rêzdar Ocalan. Heke hevdîtin were kirin wê fikarên me ji holê rabe, em daxuyaniyên Serdozgeriya Bûrsayê têr nabînin. Ji ber vê jî divê malbat û parêzer biçin Îmraliyê.”