Kurdên li Rûsyayê li ber gefên li ser Şengalê rabûn
Kurdên li paytexta Rûsya Moskowayê bi daxuyaniyekê, li ber êrişên li ser Şengalê rabûn.
Kurdên li paytexta Rûsya Moskowayê bi daxuyaniyekê, li ber êrişên li ser Şengalê rabûn.
Nûnerên Saziyên Kurdan ên li Rûsyayê, li Mala Kurdan a paytext Moskowayê li hev civiyan û fikarên xwe yên ji ber gefên li ser Şengalê anîn ziman.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Hikumeta Navendî ya Iraqê û PDK bûne yek, konsepteke nû ya têkbirinê li dijî Êzidiyan xistine meriyetê.
Serokê Yekîtiya Saziyên Civaka Kurd a Navneteweyî Arîf Azmanî bi navê saziyan axivî û destnîşan kir ku hewldanên êriş û destwerdana li Şengalê ji bo wê yekê tê kirin ku rewşa li herêmê vegerînin beriya sala 2014'an.
Arîf Azmanî got, "Careke din dixwazin civaka Êzidî bêrêxistin, bêrêveberî û bêparastin bihêlin ku careke din karibin ferman li Êzidiyan rabe."
Arîf Azmanî bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li pêşberî êrişan şermezar kir û bang li raya giştî ya cîhanê kir ku dawî li vê bêdengiya xwe bîne, nehêle ku careke din komkujî li Şengaliyan û Êzidiyan bê kirin.