Hîn jî bersiv nedana serlêdana parêzerên Abdullah Ocalan
Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo dîtina muwekîlê xwe, hîn jî bêbersiv e.
Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo dîtina muwekîlê xwe, hîn jî bêbersiv e.
Piştî îdîayên ku di medya dîjîtal de têkildarî jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin kirin, parêzeran serî li rayedaran dan ku bi rengekî lezgîn Ocalan bibînin.
Serlêdan roja Duşemê ji aliyê Mazlûm Dînç, Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Nevroz Ûysal ve li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Wezareta Edaletê hatibû kirin.
Lê belê hîn jî bersiv ji serlêdana parêzeran re nehatiye dayin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 8 salan yekemcar di 2 û 22'ê Gulana 2019'an de karîbûn muwekîlê xwe bibînin. Heman salê di 12 û 18'ê Hezîranê de û 7'ê Tebaxê karîbûn hevdîtinê bikin.