Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Dogan Demîr piştî 6 mehan radestî malbata wî kirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Dogan Demîr ku li Skenderûnê di şer de şehîd bû piştî 6 mehan radestî malbata wî hate kirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Dogan Demîr ku li Skenderûnê di şer de şehîd bû piştî 6 mehan radestî malbata wî hate kirin.
Li navçeya Skenderûn a Hatayê di 26'ê Cotmeha 2020'î de gerîlayê HPG'ê Dogan Demîr şehîd bûbû. Cenazeyê Dogan Demîr piştî 6 mehan radestî malbata wî hate kirin.
Serlêdana malbatê ya li Saziya Tipa Edlî piştî 6 mehan bi encam bû. Piştî lihevhatina testa DNA'yê cenaze radestî malbatê hate kirin.
Cenazeyê Demîr ber bi gundê Koçkiran ê navçeya Qelqelî ya Wanê hate şandin ku wê li wir bê veşartin.