Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

KCDK-E'yê ji bo Rêberê Gelê Kurd banga lezgîn kir

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê destnîşan kir ku îdîayên li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fikarên wan zêde kirine û bang li gelê Kurd û dostan kir ku bi lezgînî dakevin qadan, çalakiyan bikin.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê daxuyaniyek weşand û ragihand ku îdîayên nû yên têkildarî jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fikarên wan zêde kirine.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew daxuyaniyên dozgeriya Bûrsayê bi ti awayî têrker nabînin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Rêber Apo bi rengekî girankirî ji aliyê AKP-MHP'ê yên faşîst ve li Îmraliyê hatiye tecrîdkirin. Agahî jê nayê girtin. Êdî nikarin tecrîdê binixumînin.

Rêber Apo ku ji ber tecrîda giran a 22 sal in tê de ye nexweşiyên kronîk lê der bûne, agahî jê nayê girtin. Şert û merc, her wiha aqûbeta Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim ên ku tevî Rêber Apo li zindana Îmraliyê ne, gelê Kurd dixe nava fikarên giran.

Dewleta Tirk a faşîst tevî ku li ser rewşa jiyanê û tenduristiya Rêber Apo ti agahiyan nade, bi mehan e hevdîtina bi parêzeran û malbatê re asteng dike. CPT a ku mehên derbasbûyî serdana Tirkiyeyê kir, berê xwe neda Îmraliyê jî û vegeriya. Em vê sîstema tecrîdê şermezar dikin ku li edaleta navnetweyî û pîvanên hiqûqê nayê, bang li saziyên navneteweyî yên berpirsyar dikin ku erk û wezîfeya xwe pêk bînin.

Ji şeva 14'ê Adarê ve li ser jiyana Rêber Apo li ser medya dîjîtal parvekirin tên kirin ku ev parvekirin fikarên me qat bi qat zêde kirine. Ev parvekirin tirs û fikarên gelê Kurd zêde dikin. Dewleta Tirk ku di serî de li Garê li pey hev derbên giran xwar, gelê Kurd bi hêrs dike û dixe nava fikaran. Têkildarî Rêber Apo em bi fikar in ku di nava tecrîdê de ye û destûra hevdîtinê nayê dayin. Em daxuyaniyên dozgeriya Bûrsayê bi ti awayî têrker nabînin.

Ji bo gelê Kurd Rêber Apo paşeroj û xeta sor e. Bêyî ti hincetê dixwaze ku yekser hevdîtin bi Rêber Apo re bê kirin. Divê hem parêzer hem jî malbat karibin tavilê hevdîtinê bikin. Her wiha divê tavilê dawî li sîstema êşkenceyê û tecrîdê ya faşîst bê anîn ku bi salane dewam dike.

Daxuyaniya ku parêzeran di 15'ê Adarê de fikarên me zêdetir dikin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, 'Bi muwekîlên xwe yên li Girtîgeha Îmraliyê Birêz Abdullah Ocalan, Birêz Omer Hayrî Konar, Birêz Hamîlî Yildirim û Birêz Veysî Aktaş re em nikarin bi ti awayî pêwendiyê deynin'.

Hewl tê dayin ku di şexsê Rêber Apo de têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û îradeya Kurdan bê tecrîdkirin, lê wê ev hewldan bêencam bimînin. Gelê Kurd wê bi Rêberê xwe re teqez azad bibe.

Bi navê KCDK-E'y^'e em bang dikin ku li her derê dakevin qadan, heta ku agahî ji Rêber Apo bê wergirtin gelê Kurd û dostên wan biherikin qadan."