ROJANE
Nûçeyên Dawî
-
Li Kocaeliyê operasyona nîjatperest: 20 kes hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li Kocaeliyê biser avahiyên bajêr û navçeyê yên HDP'ê de girtin, alaya Tirk daleqandin. Di operasyona nîjatperest de bi kêmanî 20 kes hatin destgîrkirin. -
Cenevre ya bêyî Kurdan bêdeng e!
Heyeta rejîma Sûriyeyê ku bi gotina "Eger li dijî dagirkeriya Tirk helwesteke hevpar nebe hingî nabe" civîna destûra bingehîn a Sûriyeyê terikand, îro jî li maseyê venegeriya. -
Li Mêrsînê gelek kes hatin destgîrkirin
Li Mêrsînê gelek kes hatin destgîrkirin. Li Mêrdînê jî hevşaredarên ku hatibûn destgîrkirin, ew derxistin dozgeriyê. -
Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Di dîroka Elmanyayê de biryareke rûreş: Qedexekirina PKK'ê
Di 26'ê Mijdara 1993'an de Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Kanther di qenala televîzyonê ya dewletê ARD'ê de di bultena nûçeyan de ragihand ku 'PKK hatiye qedexekirin'. Bi vê yekê re ji bo Kurdên li Elmanyayê pêvajoyeke nû dest pê kir. -
Nûçegihana MA'yê Altan hate destgîrkirin
Polîsan serê sibê bi ser mala nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bêrîvan Altan de girt û li ser fermana Dadgeha Mêrsînê ew destgîr kirin. -
Yekîneyên Tolhildanê li çar bajaran çalakî kirin
Koma "Yekîneyên Tolhildanê yên Ş. Savaş Amed û Ş. Baran Dersim" li Wan, Stenbol, Mersîn û Edeneyê çalakî kirin. -
Wezîra Swêdî Lînde ji Kurdan re got: Ez çiyayê we me
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lînde li galayeke li Stockholmê ya ji bo piştevaniya Rojava axivî û got, "Gotina 'Ji bilî çiya dostê Kurdan nîne' neraste." Lînde bi Kurdî got, "Ez çiyayê we me." -
Li Stenbolê 3 wesayît hatin şewitandin
Li navçeya Bagcilar a Stenbolê 3 wesayîtên giranbûha hatin şewitandin. Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Çiyager-Şehîd Zeryan çalakî li xwe girt. -
Di hilbijartinê de ya li Hong Kongê de çalakger biserketin!
Li Hong Kongê di hilbijartinan de “aligirên demokrasiyê” bi ferqeke mezin bi ser ketin. Encamên hilbijartinê bi taybet weke bersiveke diyar ji bo Çîn û aligirên hikûmeta Çînê tên nirxandin. -
Şervanên HRE’yê li Efrîn û Ezazê li dagirkeran dan
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanên wan li herêma Efrîn û bajarê Ezazê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêzêçalakiyên bi bandor li dar xistin. -
KON-MED ji bo boykotê bang kir
KON-MED'ê ji bo boykotkirina mal û tûrîzma Tirk bang kir. -
KCDK-E'yê jinên berxwedêr silav kir
KCDK-E'yê bi wesîleya 25'ê Mijdarê jinên berxwedêr silav kir û destnîşan kir, ku zîhniyeta dewleta Tirk û DAÎŞ'ê gefê li jinan dixwe. -
YJAD û FEDA: Li dijî aqlê mêr em bi hev re têbikoşin
YJAD û FEDA'yê diyar kir, "Di serî de jinên Elewî em bang li jinan hemûyan dikin ku bibin yek deng." -
Li Elmanyayê şevên piştevaniya Rojava
Li bajarên Stûttgart û Hambûrgê yên Elmanyayê ji bo piştevaniya bi Rojava re çalakî pêk hatin. -
Li Marsîlyayê çalakiya xwedîderketina li berxwedana Rojava
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermzarkirin. -
Li balafirgeha Stockholmê çalakiya bêîteatiya sivîl
Kurdistaniyan tevî dostên xwe ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Balafirgeha Arlanda ya Stockholmê çalakiya bêîteatiya sivîl kirin. -
ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Mijdara 2019'an. -
Salvegera damezirandina PKK’ê ya 41’emîn li Tambovê hate pîrozkirin
Salvegera damezirandina PKK’ê ya 41’emîn li bajarê Tambovê yê Rûsyayê bi coş hate pîrozkirin. -
Li Dîlokê terora dewletê: 25 kes hatin girtin
Li Dîlokê di 14’ê Mijdarê de polîsan 54 endam û rêveberên HDP û DBP’ê destgîr kiribûn. Ji nav van kesan 25 kes hatin destgîrkirin. -
Teslîm Tore rehmet kir
Yek ji pêşengê tevgera çepgir a Tirkiyeyê Teslîm Tore, li Swîsreyê dema ku ji bo penceşerê tedawî dibû, di destê sibehê de rehmet kir. -
Başaran: Aştiya Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn tê tecrîdkirin
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku Ocalan weke kes li Îmraliyê nayê girtin, weke îradeya gelê Kurd tê girtin. Başaran anî ziman ku aştiya Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn di bin tecrîdê de tê girtin . -
Dosyayên 200 kesên îltîcayî Elman kirin ketin destê Tirkiyê?
Fikara wê tê kirin ku 200 dosyayên ku di dest parêzer de ku ji bo rewşa serlêdana kesên ku îltîcaya Elmanya kirine lêkolîn bike, lê hatiye destgîrkrin, ketibin destê dewleta Tirk. -
Jiyana sekan bi zarokan re rîska obezîtiyê zêde dike
Li gorî xebateke WHO’yê ku li tevahiya cîhanê kirî, li nav zarokan rîska obezîtiyê zêde dibe, nexasim zaroyên keç her ku diçe tevgera jiyana wan kêmtir dibe. -
ROJEV 24'Ê MIJDARA 2019'AN
24'ê Mijdare, mijarên ku derketine pêş