ROJANE
Nûçeyên Dawî
-
Li Dîlokê terora dewletê: 25 kes hatin girtin
Li Dîlokê di 14’ê Mijdarê de polîsan 54 endam û rêveberên HDP û DBP’ê destgîr kiribûn. Ji nav van kesan 25 kes hatin destgîrkirin. -
Teslîm Tore rehmet kir
Yek ji pêşengê tevgera çepgir a Tirkiyeyê Teslîm Tore, li Swîsreyê dema ku ji bo penceşerê tedawî dibû, di destê sibehê de rehmet kir. -
Başaran: Aştiya Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn tê tecrîdkirin
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku Ocalan weke kes li Îmraliyê nayê girtin, weke îradeya gelê Kurd tê girtin. Başaran anî ziman ku aştiya Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn di bin tecrîdê de tê girtin . -
Dosyayên 200 kesên îltîcayî Elman kirin ketin destê Tirkiyê?
Fikara wê tê kirin ku 200 dosyayên ku di dest parêzer de ku ji bo rewşa serlêdana kesên ku îltîcaya Elmanya kirine lêkolîn bike, lê hatiye destgîrkrin, ketibin destê dewleta Tirk. -
Jiyana sekan bi zarokan re rîska obezîtiyê zêde dike
Li gorî xebateke WHO’yê ku li tevahiya cîhanê kirî, li nav zarokan rîska obezîtiyê zêde dibe, nexasim zaroyên keç her ku diçe tevgera jiyana wan kêmtir dibe. -
ROJEV 24'Ê MIJDARA 2019'AN
24'ê Mijdare, mijarên ku derketine pêş -
Ji herêma Occîtanîeyê ji bo gelê Sûriyeyê alîkarî hate dayîn
Rêveberiya herêma Occîtanîe ya Fransayê ji bo gele Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê alîkariyeke ya 100 hezar eûro kir. -
Hezar û 333 girtiyên nexweş hene ji van rewşa 457’î giranin!
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê ragihand ku li girtîgehan hezar û 333 girtiyên nexweş nene, ji van jî rewşa 457 kesî jî giran e. -
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Hayrettîn Eren pirsîn
Dayikên Şemiyê ji bo Hayrettîn Eren li hev civiyan ê ku hatibû destgîrkirin û piştre hatibû windakirin. Di çalakiyê de axaftin hate kirin, bal hate kişandin li ser sûcên dewletê û peyama “Em ê dev jê neberdin” hate dayîn. -
Tîşort û silava leşkerî ya Zanka li Desteya Etîkê ye
Lîstîkvanê gokê yê Danmarkî Mathîas Zanka Jorgensen ku di Fenerbahçe de dilîze ji ber ku silava leşkerî dabû ew şandin Desteya Etîkê ya Federasyona Futbolê ya Danmarkê. -
ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2019'AN
Di rojeva 23'yê Mijdarê de mijarên ku derketin pêş -
Serokê CDHM’ê bi peyamekê piştevaniya Kurdan kir
Serokê Komîsyona Mafê Mirovan a Parlementoya Brezîlyayê Helder Solomon ku bi peyameke piştevaniya ya ji bo Kurdan parve kir got: “Ji ber hewldanên Kurdan ên ji bo bidestxistina diyarkirina siberoja xwe, êrîşên li ser tê kirin nayê qebûlkirin.” -
Koklu: Derketina ji kaosê bi Ocalan dibe
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Serbay Koklu diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê weke sîstemekê tê pêkanîn. Koklu destnîşan kir, ji bo derketina ji kaosê divê perspektîfa Ocalan esas bê wergirtin. -
Partiya Sor a Norwêcê: Bila bikaranîna çeka kîmyewî bê lêkolîn
Lîderê Partiya Sor a Norwêcê (Rodt) Bjornar Moxnes ji bo îdîayên der barê bikaranîna çeka kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin bikeve rojeva navneteweyî, ji Norwêcê xwest ku bikeve nava hewldanan. -
Ji bo çûyîna Îmraliyê malbatan careke din serlêdan kirin
Malbata Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo dîtina xizmên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Bîld: Tirkiyeyê tankên Elman da çeteyan
Rojnameya Bîldê ragihand ku tankên Leopard 2 ên Elman di êrişên Til Temirê de ji aliyê çeteyên rejîma Tirk ve hatin bikaranîn û diyar kir, bi vî rengî şertê 'bikarneanîna ji aliyê hinekan ve' hatiye binpêkirin. -
Li Berlînê qedexeya dîzelê hefteya bê dest pê dike
Li Elmanyayê ku li gelek bajarên mezin wesayitên dîzel hatine qedexekirin, li paytext Berlînê jî ji Duşemê û pê ve tê qedexekirin. -
Parlamenta Bremenê xwest dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bê anîn
Parlamenta Eyaleta Bremenê bi pêşnûme biryarekê xwest tavilê dawî li dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê anîn. -
Li Swêdê çalakiyên ji bo xwedîderketina li Rojava û Rojhilat
Li bajarê Orebro yê Swêdê ji bo Rojava ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe dide û ji bo Rojhilat ku li ber rejîma Îranê rabûye çalakiya piştevaniyê hate kirin. -
ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 22'ê Mijdara 2019'an. -
Yekîneyên Tolhildanê li Edene û Mêrsînê çalakî kirin
Yekîneyên Tolhildanê li Edene û Mêrsînê li dijî hevkar û kesên madeyên hişbir difiroşin çalakî kirin. -
3 sal 9 meh ceza li gerînendeyê Ozgur Halkê birîn
3 sal û 9 meh ceza li Gerînendeyê Karê Nivîsaran ê Kovara Ozgur Halkê Mahmût Gulecan hate birîn. -
Di derbarê 9 wekîlên HDP’î de 45 fezleke hatin amadekirin
Di derbarê 9 wekîlên HDP’î de 45 fezelekeyên din şandin Meclîsê. -
Yekîneyên Tolhildanê li Stenbolê çalakiya sabotajê kirin
Koma "Yekîneyên Tolhildanê yên Ş. Çiyager û Ş. Zeryan" li Stenbolê çalakiyeke sabotajê kir. -
Li Dîlok, Edene û Colemêrgê qirkirina siyasî
Desthilatdariya AKP-MHP'ê kiryarên xwe yên qirkirina siyasî didomînin. Li Dîlokê 6 kes hatin girtin. Li Edeneyê avêtin ser malan û li Colemêrgê jî parêzerek hate cezakirin.