ROJANE
Hemû Nûçe
-
Hevdîtina DEM Partiyê ya bi Wezareta Edaletê re destpê kir
Hevdîtina navbera Heyeta DEM Partiyê û Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç destpê kir. Di hevdîtinê de tê payin ku tecrîda li ser Rêber Apo û 'mafê hêviyê' bê nirxandin. -
Li Tekîrdagê cezayê hucreyê li girtiyê nexweş: Hincet faksa ji bo Îmraliyê ye
Li Girtîgeha Tekîrdagê cezayê hucreyê li girtiyê nexweş Huseyîn Surgeç hate birîn. Hate ragihandin ku sedema vî cezayî jî faksek e ku Surgeç xwest ji Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê re bişîne. -
HBDH’ê: Me Qirkirina Ermeniyan jibîr nekir û em ê jibîr nekin!
HBDH’ê bi wesîleya 110’emîn salvegera Qirkirina Ermeniyan kesên jiyana xwe ji dest dane bi hurmetî bi bîr anî û biryardariya xwe ya têkoşînê ya li dijî sîstema emperyalist-kapîtalîst ku weke berpirsyarên qirkirinê dibîne, anî ziman. -
Li Derya Marmarayê careke din erd hejiya
Li Derya Marmarayê bi mezinahiya 4.6 pileyî careke din erd hejiya. -
Yuksel Genç: Gelê Kurdistanê ji aştiyê re amade ye
Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç, diyar kir ku Kurdên ku banga Rêber Apo bi awayekî erênî pêşwazî kirine, ji aştiyê re amade ne û got ku divê desthilatdarî gavan bavêje. -
KNK'ê xwest qirkirina 1915'an bê qebûlkirin
KNK'ê qirkirina sala 1915'an a bi destê Osmaniyan li hemberî gelênxwecihî yên Mesihî hate kirin bi xurtî şermezar kir û xwest, qirkirin ji aliyê tevahiya dem û dezgehên pêwendîdar ve bê qebûlkirin. -
Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê êşkence û binpêkirinên mafên mirovan zêde dibin
Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê berdana girtiyên ku înfaza wan xelas bûye bi hincetên nediyar tê astengkirin. -
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed bi Wezîrê karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot re li Hewlêrê hevdîtin kirin -
ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Saetê hevdîtinê ya DEM Partî û Wezîrê Edaletê diyar bû
Heyeta DEM Partiyê wê sibê di saet 10:30’an de bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bike. -
Odeyên Bazirganiyê banga vekirina deriyê sînorê Rojava kirin
11 odeyên borsa û bazirganiyê yên Bakurê Kurdistanê bi banga hevpar xwestin deriyê sînorê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku ji sala 2012’an ve girtî ye bê vekirin. -
Walîtiya Stenbolê ragihand ku di erdhejan de 151 kes birîndar bûne
Walîtiya Stenbolê ragihand ku tu kes di erdhejên pey hev de jiyana xwe ji dest nedane û diyar kir ku ji ber panîkê 152 kes birîndar bûne. -
Girtiyan nerazîbûn nîşanî darvekirina Nejad Heydaranlû dan
Girtiyên siyasî ku 'Kampanya Na ji Darvekirinê re ya Rojên Sêşemê' lidar dixin, diyar kirin ku darvekirina Hemîd Hisên Nejad Heydaranlû binpêkirina mafên mirovan e. -
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
AFAD'ê ragihand ku li Buyukçekmeceyê bi mezinahiya 3.8 pileyî erd hejiya ye. -
Prof. Dr. Nacî Gorur: Hê erdheja mezin a Marmarayê ya tê payîn çênebûye
Jeolog Prof. Dr. Nacî Gorur têkildarî erdheja li Sîlîvrî ya Stenbolê çêbûyî, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal got, ku ev erdhej ne ew erdheja mezin a tê payîn li Marmara çêbibe. -
Li Stenbolê gelek caran erd hejiya
Li Derya Marmarayê li pey hev gelek caran erd hejiya. Erdheja destpêkê 3.9 pile, ya duyemîn 6.2 pile û ya sêyemîn jî 4.4 pile bû. -
Ji bo girtiyê nexweş serlêdana tehliyeyê hate kirin
Ji bo girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ê 73 salî ku çend rojan beriya niha krîza dil derbas kiribû û ew dubare şandibûn girtîgehê, serlêdana taloqkirina înfazê hate kirin. -
Rêveberiya girtîgehê ji bo nameyên bi Kurdî pereyê wergerê xwest
Rêveberiya Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê ji girtî Îhsan Balkaş ji bo wergera nameya bi Kurdî nivîsandî pereyê wergerê xwest. -
ROJEVA 23'Ê NÎSANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Roja hevdîtina DEM Partî û Wezîrê Edaletê diyar bû
Hate diyarkirin ku heyeta DEM Partiyê wê di 24’ê Nîsanê de bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bike. -
Şîmel Çam: Em ji tenduristiya bavê xwe bi fikar in
Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Çam ji bo dermankirinê birin nexweşxaneyê û di dawiyê de dîsa birin girtîgehê. Keça wî Şîmel Çam anî ziman ku ew ji tenduristiya bavê xwe bi fikar e. -
Bakirhan: Ji gotinê wêdetir êdî dema gavavêtinê ye
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan anî ziman ku ji bo rêveçûna pêvajoyê êdî ji gotinê wêdetir divê gav bêne avêtin. -
Civînên ji bo avakirina civaka demokratîk
Di çarçoveya banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê de, DEM Partiyê li Amed, Mêrsîn û Edeneyê dest bi xebatan kir. -
Girtiyê nexweş dubare şandin girtîgehê
Mehmet Emîm Çam ê krîza dil derbas kir, dubare şandin girtîgehê. -
Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin
Parêzerên Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê tecrîdkirî ne, bi daxwaza hevdîtinê serlêdan kirin.