ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 15'Ê ADARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Behra Spî erdhej çêbû
Hat ragihandin ku şideta erdhejê ku li Behra Spî çêbû 5.3 ye. -
Girtiyê nexweş: Rojeke ku em ceza nestînin nîn e!
Naîf Îşçî ku di Girtîgeha T ya Exlatê de girtî ye û nexweş e, li dijî zextên her ku diçe zêde dibin, banga hestewariyê kir û got: “Rojeke ku hevalên me ceza nestînin, nîn e.“ -
Gel bi girseyî çû şîna gerîlayê HPG’ê Saltan
Gerîlayê HPG’ê Abdurahman Saltan di sala 2017’an de di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû. Ji bo Saltan şîn hate danîn. -
SES’ê rapora Bazarcixê belav kir: Cihêkariya etnîk tê kirin
Şaxa SES’ê ya Amedê ragihand ku li navçeya Bazarcixê cihêkariya alîkariyan tê kirin. -
Sancar: Bi hêza xwe û gelê xwe em ê hilbijartinê bikin mîladeke nû
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar got, "Em bi hêza xwe û baweriya bêdawî ya gelê xwe bawer in. Bi vê hêzê em bi biryar in ku hilbijartinan bikin destpêka mîladek nû." -
Li dijî wekîla dîlgirtî ya HDP'ê Semra Guzel îdîaname hate amadekirin
Li dijî wekîla HDP'î ya dîlgirtî Semra Guzel îdîaname hate amadekirin û hate xwestin ku ji 3 heta 7 salan cezayê girtîgehê bê birîn. -
Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgehê ya Îmraliyê dan. -
Parêzerên Abdullah Ocalan nameyek ji Bozdag re nivîsandin
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji Wezîrê Edaletê ya Tirk Bekîr Bozdag re nameyek nivîsand. Buroyê diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd di qadek nediyar de dîl tê girtin û got: “720 roj in em agahiyan jê nastînin.” -
Fîncanci: Ji ber îxmala desthilatdariyê bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan
Serokê Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fincanci diyar kir ji ber îxmala desthilatdariyê li qadên erdhejê bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Piştevaniya navneteweyî ya bi HDP’ê re mezin dibe: Bi sedan peyam hatin şandin
Li dijî doza girtinê ya li ser HDP’ê piştevaniya navneteweyî mezin dibe. Ji 20 welatan gelek partî, rêxistin, parlamenter û kesên tên naskirin, peyama “Em li dijî desthilatdariya Tirk bi HDP’ê re ne” dan. -
Xoşnav Ata wê sibê li PE’ê civîneke çapemeniyê li dar bixe
Xoşnav Ata ku 32 hefte ye li ber Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî nobetê digire, wê sibê li Parlamentoya Ewropayê civîna çapemeniyê li dar bixe. -
KCD, TJA, DBP û HDP wê cangoriyên erdhejê bi bîr bînin
Bi wesîleya çilrojiya erdhejê wê KCD, TJA, DBP û HDP tevlî çalakiya bîranîna cangoriyên erdhejê bibin. -
Malbata Şenyaşar: Wê teqez edalet pêk were
Malbata Şenyaşar a di berxwedanê de got “Wê edalet pêk were.” -
Li Îranê 22 hezar çalakvan hatin ‘efûkirin’
Li Îranê demek berê efû hatibû ragihandin. Hate diyarkirin çalakvanên ku tevlî serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ bûne jî tê de, gelek kes hatine ‘efûkirin’. -
Bernameya hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hat weşandin
Bernameya hilbijartina serokkomar û parlamenteran ku wê 14’ê Gulanê were kirin, di Rojnameya Fermî de hat weşandin. -
‘Kujerên qetlîama Gaziyê nehatin darizandin’
Rêvebera Navenda Giştî ya DAD’ê Sevgî Kişin Sazan diyar kir kujerên qetlîama Gaziyê nehatin darizandin û ceza li kujeran nehatiye birîn. -
Her ku fesadî kir, bêhtir îhale wergirt
Çetîn Can û Kazim Can ên AKP'î ku li Wanê ji aliyê qeyûman ve têne xwedîkirin, tevî ku ji ber fesadî xistine nava îhaleyê têne darizandin, hîn jî îhaleyên mezin werdigirin. -
'Ez bimirim jî ji vir naçim'
Servet Bacanak ê ji taxa Elektrîk a Hatayê got, "Cîranên min ên ku serê sibehê min silav dida wan êdî nînin, yên çûn ji xwe çûn, yên man jî li cihekî binax bûn. Rewşeke gelekî zehmet e, lê ez bimirim jî nikarim ji vir biçim." -
ROJEVA 14'Ê ADARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Kraliyeta Yekgirtî bi hezaran bijîşk di grevê de ne
Li nexweşxaneyên Kraliyeta Yekgirtî bi deh hezaran bijîşkan ji bo zêdebûna meaşan greveke sê rojî dan destpêkirin. -
Li Şaredariya Rêya Armûşê nelirêtî didome
Li Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê ku qeyyûm Îhsan Emre Aydin li ser wê hatibû peywirdarkirin nelirêtî didome. Du midûrên li dijî nelirêtiyê ji peywirê hatin stendin. -
Beştaş: Tirkiye dîsa di lîsteya welatên neazad de ye
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku Tirkiye di nava lîsteya welatên neazad de ye û destnîşan kir ku jin wê ji bin kavilên erdhejê jiyanê jiyanek nû ava bikin. -
YSK: Dema destpêkirina pêvajoya hilbijartinê 18'ê Adarê ye
Serokê YSK'ê Ahmet Yener diyar kir ku dema destpêkirina pêvajoya hilbijartinê 18'ê Adarê ye. -
Li Îzmîrê qirkirina siyasî: Gelek kes hatin destgîrkirin
Li Îzmîrê di operasyonên qirkirina siyasî de rêveberên HDP'ê û Dayikên Aştiyê jî di nav de herî kêm 13 kes hatin destgîrkirin.