ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li wargeha Mexmûrê ji bo şehîdan konê sersaxiyê hat danîn
Li wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo gerîlayên HPG’ê şehîd Berxwedan Goyî, Rêzan Civyan û Hogir Botan konê sersaxiyê hat danîn. -
'Jiyana girtiyên nexweş di bin xeteriyê de ye’
Li Stenbol û Enqereyê çalakiyên ku bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş ku her hefte tên kirin berdewam dikin. Di çalakiyan de ji bo girtiyên nexweş Odûncû û Ozbek banga “Berdana lezgîn” hat kirin. -
‘Heta ku edalet neyê Roboskî dê edalet neyê Tirkiyeyê jî’
Hevserokê ÎHD’a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci di daxuyaniya ji bo meha 153’yemîn a Komkujiya Roboskî de axivî û got, Heta ku edalet neyê Roboskî dê edalet neyê Tirkiyeyê jî. -
Salîha Aydenîz: 10 qatê zexta li derve li girtîgehan dijîn
Parlamentera DEM Partî Salîha Aydenîz a ku bi girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Bodrûmê re hevdîtin kir, bal kişand ser rewşa girtiyan û got, “10 qatê zexta li derve li girtîgehan dijîn.” -
Xizmên Windayan li çar navendan li aqûbeta windayan pirsîn
Xizmên Windayan û rêveberên şaxên ÎHD’ê yên Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” berdewam kirin. -
Dayikên Şemiyê ji bo Baskin ê ku di bin çavan de hatibû qetilkirin kombûn
Dayikên Şemiyê ji bo Abdûlmecît Baskin ê ku 1993’yan ji aliyê dewleta Tirk ve hat binçavkirin û piştre cenazeye wî hat dîtin kombûn. -
Meşa karkerên Madena Fernasê didome, hunermend û nivîskar piştgirî dan
Meşa karkerên Madenvaniya Fernasê ku ji Somayê ber bi Enqereyê ve dabûn destpêkirin, didome. 170 nivîskar, hunermend, wêjevan piştgirî dan karkerên madenê. -
Li dijî avahiya DEM Partî ya Sûltangaziyê êrîşa çekdarî
Li dijî avahiya Rêxistina DEM Partî ya navçeya Sûltangazî ya Stenbolê êrîşa çekdarî pêk hat. -
Îsraîl: Me lîderê Hizbulahê Nasrallah kuştiye
Îsraîlê ragihand ku Lîderê Hizbulahê Hasan Nasrallah kuştiye. -
Îranê cezayê girtîgehê li ferdên malbata Pexşan Ezîzî birî
Dadgeha Tehranê li sê ferdên malbata Pexşan Ezîzî bi îdiaya “alîkarî û teşwîqkirinê” salek cezayê girtîgehê birî. -
Perdeya li pişt qetilkirina Narîna 8 salî
Bersûcê sereke yê qetilkirinê, Salîm Guran ku apê Narînê ye û keyayê gund e, yek ji selefxurên naskirî yê Amedê ye û têkiliyên wî yên nêz bi HUDA-PAR û Parlamenterê AKP’ê Galîp Ensarîoglu re hene. -
Ok: Her ku pirsgirêka Kurd dixetime, medyaya Kurd dibe hedef
Hevdîrektorê MLSA Veysel Ok diyar kir ku di encama xitimandina pirsgirêka Kurd de, herî zêde medyaya Kurd tê qedexekirin û got: “Her ku hewl tê dayîn pirsgirêka Kurd bi tundiyê bitepisînin, hedefa ewil dibe medyaya Kurd.” -
ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Halîde Turkoglu: Tecrîda Îmraliyê wê bi pêşengiya jinan bê şikandin
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bi pêşengiya jinan bê şikandin. -
Malbatan ji bo çûna Îmraliyê careke din serlêdan kirin
Malbat û wasîyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi daxwaza hevdîtinê careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Milîsên HBDH’ê kargeha mobîlya ya AKP’ê da ber agir
Milîsên Şiyar Efrîn ên HBDH’ê, ragihand ku wan li Stenbolê kargeha mobîlya ya kesekî AKP’yî dane ber agir. -
Qedexeya înternetê bandora herî giran li medya Kurd dike
Zextên li ser çapemeniya Kurd û sosyalîst, bingeha sansurkirina înternetê ye. Di raproa sansurê de di nava malperên çapemeniya Kurd de yên ku heta sala 2023'an hatin sansurkirin ANF di rêza destpêkê de ye. -
ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Rihayê dijminatiya li dijî zimanê Kurdî hate protestokirin
Li Rihayê êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Kurdî û saziyên zimanê Kurdî hate protestokirin û wiha hate gotin, “Em ê bi axaftina zimanê Kurdî bersiva êrîşan bidin.” -
Der barê rojnamevan Îrfan Ûçar de doz hat vekirin
Derbarê rojnamevan Îrfan Ûçar de ji ber xebatên pêşeyî doz hat vekirin. -
4 kesên ku li bexçeyê qereqolê êşkence lê hatibû kirin, hatin girtin!
Biryara derheqê 4 kesên ku li Xelfetiyê li baxçeyê qereqolê êşkence lê hatibû kirin de ji aliyê Dadgeha bilind ve hate erêkirin û 4 kes dubare hatin girtin. -
DEM Partiyê giliyê wan kesan kir ku lêpirsîna Narîn asteng dikin
DEM Partiyê giliyê wan kesan kir ku lepirsîna der barê kuştina Narîn Guran a 8 salî asteng dikin. -
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ku 43 meh in agahî ji wan nayê wergirtin, parêzeran serlêdaneke nû ya hevdîtinê kirin. -
Dema ragirtina 29 kesên ku li Amedê hatin binçavkirin, hate dirêjkirin
Dema ragirtina 29 kesên ku di 24’ê Îlonê de li Amedê hatin binçavkirin, hate dirêjkirin ku di nav kesên hatine binçavkirin de mamosteyên Kurdî jî hene.