Endamên Platforma Tevgera Turanciyan a li navenda Kadikoyê du ciwanên Kurd bi darê zorê kirin jêrzemîna Komeleya Mala Çandê ya Atsiz, dest û lingên wan girêdan û îşkence li wan kirin beyî ji bo girtinê bên sewqkirin hatin berdan. Dozger qeydên mobeseyê yên dema koma faşîst her du ciwanan dikiînin komeleyê tine hesiband û bi vî awayî careke din nîşan da ku li Tirkiyeyê lêgerîna maf sûc e, lê îşkence serbest e.
Di nav wan de ku Serokê Platforma Tevgera Turanciyan Hasan Karabey ê berê jî bi fermanên xwe yên êrîşên li hember HDP’ê tê zanîn û 3 kesên pêre 20.05.2015’an, du xwendekarên Kurd ku girtin, kirin Komeleya Mala Çandê ya Atsiz a têde xebatan dimeşînin, destên wan girêdan û gore kirin devê wan ew derbkirin. Her wiha ciwan bi cîhaza elektrîkê tehdît kiribûn. Tevî di kameraya mobese de hatibû îspatkirin ku her du ciwan bi zorê kirine komeleyê jî, her çar bersûcên ev 4 roj in li Midûryeta Polîsan a Kadikoy tên ragirtin sewqî Edliyeya Kartal kirin. Dozger beyî bersûcan ji bo girtinê sewq bike berda.