MUB: Em hêzên berxwedanê yên Xabûr silav dikin

MUB, daxuyaniyeke nivîskî weşand û serketina hêzên berxwedanê yên Xabûr silav kir.

MUB, daxuyaniyeke nivîskî weşand û serketina hêzên berxwedanê yên Xabûr silav kir.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Desteya Serokatiya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB)’ê ve hat dayîn de hate gotin ku li hember rêxistina hovîtiyê DAIŞ’ê hêzên berxwedanê yên Xabûr berxwedaneke bêhempa nîşan dane û ew êrîşên barbar rawestandine.

MUB got:

“Operasyona 20’ê Gulanê ji bo azadkirina Çiyayê Ebdulezîz ku hat destpêkirin, 21’ê Gulanê bi serketî bi dawî bûye. Bi vê pêngavê re , gundên Asûrî yên Xabûrê û jîngehên li herêmê bi temamî ji çeteyan hatiye paqijkirin. Ji lewra 21’ê Gulanê ji bo gelê Asûrî-Aramî-Keldanî-Suryani û gelên din ên li herêmê tê wateya roja rizgariyê.”

MUB’ê kesên di parastina  Xabûr, Kobanê, Til Hamis, Til Berak, Hesekê û Gozarto-Rojava û şerê rûmetê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û got: “Bi baweriya ku serketina dawî wê ya gelan be em tevayî şervanan silav û pîroz dikin.”