Polîsan girt ser SDP û Rojnameya Gelecek

Polîsan girt ser avahiya ku Rêxistina SDP’ê ya Kadikoy û Rojnameya Gelecek têde ye. Polîsên di avahiyê de lêgerîn kirin 7 endamên partiyê û rojnamevanan di bin çavan de digirin.

Polîsan girt ser avahiya ku Rêxistina SDP’ê ya Kadikoy û Rojnameya Gelecek têde ye. Polîsên di avahiyê de lêgerîn kirin 7 endamên partiyê û rojnamevanan di bin çavan de digirin.

Polîsan kolana SDP û Rojnameya Gelecek têde bi bendan girtin. Hat diyarkirin ku polîs bi îdîaya ‘di hundir de Molotof hene” lêpirsînê dike.

Ligel Seroka Rêxistina SDP’ê ya Kadikoy Sera Yelozer, endamên partiyê Ozkan Soydaş, Gamze Akbaba û Îmge Tabakçi, xebatkarên Rojnameya Gelecek Ufuk Erhan û Ezgî Aydin, rojnamevan Onur Oncu jî bi awayekî kelepçekirî di bin çavan de tên girtin.