Sedema binçavkirina 11 kesan: Twîtta 'Li ber xwe bide Tofaş, Renaûlt'

Li Bûrsayê, tevî endamên Yekîtiya Karkerên Metal û Midûrê Karên Nivîsê yê Kizil Bayrak Tayfûn Altintaş 11 kes hatin binçavkirin. Derket holê ku polîsan ji bo binçavkirinê bi tenê twîtta 'Li ber xwe bide Tofaş, li ber xwe bide Renaûlt' nîşan dane.

Li Bûrsayê, tevî endamên Yekîtiya Karkerên Metal û Midûrê Karên Nivîsê yê Kizil Bayrak Tayfûn Altintaş 11 kes hatin binçavkirin. Derket holê ku polîsan ji bo binçavkirinê bi tenê twîtta 'Li ber xwe bide Tofaş, li ber xwe bide Renaûlt' weke delîl nîşan dane. Dozgeriyê biryara nepenîtinê danî ser dosya lêpirsînê. Parêzera Komeleya Hiqûqnasên Hemdem Zeycan Balci Şîmşek ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku delîla bi tenê ya ji bo biçavkirina 1 kesan peyamên piştevaniyê yên di Facebook û Twîtterê de hatine weşandin e.

Şîmşek da xuyakirin ku polîsên ji bo binçavkirinê avêtine ser malan, ji bo dosyayê mezin nîşan bide, mêvanên li malê jî kirine bin çavan û destnîşan kir ku armanca polîsan bi van operasyonan re şikandina berxwedanê ye. Şîmşek ragihand ku piştî binçavkirinan polîs çûne cem karkerên li ber xwe didin û gefa "Me ew girtin, bila dawiya we jî ne bi vî rengî be" li karkeran xwarine.

JI BO DOSYAYÊ BERFIREH NÎŞAN BIDIN...

Li gel berxwedana Karkerên Metalê yên li Bûrsayê ku bi biryardarî dewam dike, ji bo şikandina vê berxwedanê operasyona Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Bûrsayê li hemberî Yekîtiya Karkerên Metalê jî tê berfirehkirin. Di çarçoveya operasyona ku dozgeriyê bi lez û bez biryara nepenîtiyê danî ser dosyayê, duh li Enqereyê Gulseren Sari hat binçavkirin û bi vî rengî hejmara binçavkiriyan derket 11 kesan. Hat ragihandin ku li kesekî bi navê Ozan Demîrcî jî ji bo were binçavkirin tê gerîn. Parêzera Komeleya Hiqûqnasên Hemdem Zeycan Balci Şîmşek a ji bo şopandina binçavkirinan ev du roj in li Bûrsayê ye diyar kir ku delîla yekane ya ji bo binçavkirina 11 kesan, twîtta "Li ber xwe bide Tofaş, li ber xwe bide Renaûlt" ên di medya civakî de ye.

Şîmşek ragihand ku polîsên dixwestin kesekî binçav bikin, ji bo dosyayê berfireh û mezin nîşan bidin, di serdegirtinan de mêvanên li malan jî kirine binçavan û got, "Polîsên ku avêtin ser mala jina bi navê Dîlek Gultekîn, tevî ku lêgerîn nekirine jî Midûrê Karên Nivîsê yê Kizil Bayrak Tayfûn Altintaş ê bi mêvandarî li wê malê bû, kirine binçavan. Di heman demê de bi heman rengî avêtine ser mala pisporê perwerdeyê Atakan Aytekîn."

Şîmşek diyar kir ku rêbaza binçavkirina Zeynel Kizilaslan, Velî Karaçam û Îbrahîm Hallaç balkêş e û anî ziman ku her sê karkerên bi wesayîtekê li Gorukle ya Bûrsayê di rê debûn, pêşiya wan ji aliyê 40 polîsên sivîl ve hatiye birîn û bi lez û bez hatine binçavkirin. Şîmşek ragihand ku 11 kes wê roja Şemiyê derkevin pêşberî dozgeriyê.

POLÎSAN GEFA 'BINÇAVKIRINÊ' LI KARKERAN XWARIN

Şîmşek da zanîn ku yekane armanca vê operasyonê şikandina berxwedan û piştevaniya ji bo karkeran e û anî ziman ku polîsên sivîl ên çûne febrîqeyê gefa "Me ew girtin, bila dawiya we jî bi vî rengî nebe" li karkeran xwarine. Şîmşek diyar kir ku Sendîkaya Turk-Metal bi polîsan re bûye yek û ji bo bidawîkirina vê berxwedanê di nava hewldanan deye, lewma gelek karkeran ji vê sendîkayê îstifa kirine. Karker dixwazin, bi karsazan re nûnerên wan bi xwe hilbijartinê têkiliyê deynin.

VÎNA 13 HEZAR KARKERAN TINE TÊ HESIBANDIN

Parêzer Şîmşek da xuyakirin ku bi rêxistinbûyîna karkeran ya Yekîtiya Karkerên Metalê re li hemû febrîqeyan komîteyek heye û anî ziman ku bi vê operasyonê re hem tê xwestin daxwazên rewa yên karkeran hem jî ev yekîtî bê krîmînalîzekirin. Şîmşek destnîşan kir ku eger were gotin 11 kes 13 hezar karker birêxistin kirine, ev yek tê wateya tinehesibandina vîna karkeran û diyar kir ku ew ê heta dawiyê destekê bidin karkeran.