Edalet nehat Geziyê
Ji bo şehîdên Geziyê Mehmet, Abdullah, Îrfan, Ethem, Alî Îsmaîl, Medenî, Ahmet, Hasan Ferît, Berkîn û Mehmet hîna edalet pêk nehatiye.
Ji bo şehîdên Geziyê Mehmet, Abdullah, Îrfan, Ethem, Alî Îsmaîl, Medenî, Ahmet, Hasan Ferît, Berkîn û Mehmet hîna edalet pêk nehatiye.
Ji bo şehîdên Geziyê Mehmet, Abdullah, Îrfan, Ethem, Alî Îsmaîl, Medenî, Ahmet, Hasan Ferît, Berkîn û Mehmet hîna edalet pêk nehatiye.
Mehmet Ayvalitaş, Abdullah Comert, Îrfan Tuna, Ethem Sarisuluk, Alî Îsmaîl Korkmaz, Medenî Yildirim, Ahmet Atakan, Hasan Ferît Gedîk, Berkîn Elvan û Mehmet Îstîf. Hemû di berxwedana Geziyê de bi şîdetê hatin qetilkirin.
Berxwedana Geziyê du salên xwe tijî dike. Lê hîna kujer nehatine cezakirin û edelet pêk nehatiye. Li polîsên ku Berkîn Elvan kuştin, doz nehat vekirin û dozê hatin vekirin jî ji bo ji gel dûr bixin, birin bajarên din. Malbat li korîdorên Edliyeyê rastî êrîşan hatin.
MEHMET AYVALITAŞ
Mehmet Ayvalitaş, yekem şehîdê Geziyê ye. Di çalakiya li Taxa 1 Mayisê ya girêdayî Ataşehîrê, di qezeya trafîkê ya bi guman 1’ê Hezîranê jiyana xwe ji dest da.
Piştî cînayetê têkildarî Mehmet Gorkem Demîrtaş û Cengîz Aktaş de bi sûcê ‘bi teqsîr kuştin û birîndarkirin’ bi daxwaza 15 sal ceza li Dadgeha Cezaya Giran a 8. a Anadoliyê doz hat vekirin. Yên ji bo dozê bişopînin negirtin salonê. Polîsan dem bi dem êrîşê temaşevanan kir. Di doza 25’ê Adarê de bav, Alî Ayvalitaş rastî êrîşa polîsan hat û ket erdê. Ayvalitaş wiha bang li heyeta dadgehê kir: “We hem kurê min hevsera min girt. Niha jî dora min e. Em ê biçin cem kê.” Dayika Ayvalitaş 13’ê Kanûna 2013’an jiyana xwe ji dest da. Rûniştina din a dozê 24’ê Hezîranê ye.
ABDULLAH COMERT
Abdullah Comert jî li Armutlu ya Antakyayê serokatiya baskên ciwanan a CHP’ê dikir. Du sal berê 3’ê Hezîranê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin.
Li 1. Dadgeha Cezay Giran a Antakyayê doz hat vekirin, lê bi hinceta ewlehiyê birin 2. Dadgeha Cezaya Giran a Balikesîrê. Ji gumanbar polîs Ahmet Kuş ji 20 salan heta 25 salan ceza hat xwestin. Lê ev doz jî wek ên din aloz derbas bû. Nehiştin temaşevan bikevin salonê, nehiştin parêzer kompîturên xwe vekin. Dayika Comert, Hatîce Comert a 70 salî hat derbkirin. Îfadeya şahidan hat girtin. Lê kujer Ahmet Kuş neanîn salonê. Bi pergala SEGBÎS beşdar bû. Tevî hemû daxwaza parêzeran polîs nehat girtin. Rûniştina din 12’ê Hezîranê ye.
ÎRFAN TUNA
Di çalakiya li Qada Qizilay a Enqereyê de 5’ê Hezîranê karkerê paqijiyê Îrfan Tuna di êrîşa polîsan de ji ber gaza bombeyî, qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
Li ser vê dozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin. Ji Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Enqereyê rapora otopsiyê hat xwestin. ATK’ê 25’ê Mijarê rapor şand. Di raporê de hat gotin ku di mîdeya Tuna de madeyên kapsaîsîn û dîhîdrokapsaîsîn yên di gaza îsotê de hatine tespîtkirin. Hat gotin ku kezeba wî ya spî werimiye û lê têkildarî mirina wî de teqez sedem nehat gotin. Saziyê rapora otopsiyê û dosyaya lêpirsîna edlî şand Stenbolê. Serokatiya Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê jî got ‘delîlên tibî yên ku jehrî bûye û miriye tine’. Li ser vê lêpirsîn bi biryara bêşopandinê encam bû.
ETHEM SARISULUK
Ethem Sarisuluk 1’ê Hezîranê saet li dora 16.30’an de ji serê xwe birîndar bû. Bûyer ji aliyê kamerayan ve hatibû qeydkirin. Li gorî vê polîsekî hêza çevîk çekê derdixe û Ethem hedef digire. Piştre Ethem dikeve. Ethem 14’ê Hezîranê jiyana xwe ji dest da. Der barê polîs Ahmet Şahbaz de doz hat vekirin. Ji bo Şahbaz destpêkê muebet, piştre jî 7 sal û 6 meh ceza hat xwestin. Piştre dadgehê ev jî ji rewşa baş daxist 4 sal û 10 mehan. Serdozgeriya Dadgeha bilind ev ceza kêm dît.
Ligel vê malbata ku edalet dixwest jî rastî êrîşan hat. Li dayik, xwişk û birayên wî doz hatin vekirin. Ji bo malbatê heta 10 salan ceza hat xwestin.
ALÎ ÎSMAÎL KORKMAZ
Alî Îsmaîl Korkmaz ê ji Antakyayê bû û li Eskîşehîrê zanîngeh dixwend, 2’ê Hezîranê ji aliyê polîsan ve rastî lêdana tund hat. Piştî derbkirinê, Korkmaz birin nexweşxaneyê lê piştî 20 saetan mudaxaleya tibî kirin. Kokmaz ê xwîn çibû ser mêjiyê wî û 38 rojan di komayê de ma, 10 Tîrmehê jiyana xwe ji dest da.
Piştre yek jê polîs 5 kes girtî, 3 jê polîs û 8 gumanbarên ne girtî de doz hat vekirin. Doz ji ber ewlehiyê ji Eskîşehîrê girtin Kayseriyê. Ji bo polîs Mevlut Saldogan 13 sal ceza hat dayîn. Ceza ji ber rewşa baş daxistin 10 sal û 10 mehan. Ji bo polîs Yalçin Akbulut jî 12 sal ceza hat dayîn û ev jî daxistin 10 salan. Ji bo sê sîvîlên alîkarî dan polîsan 8 sal ceza hat xwestin. Cezayê wan jî daxistin 6 sal û 8 mehan. Ji bo gumanbar Ebubekîr Harlar jî 3 sal û 4 meh ceza hat dayîn. Harlar hat tahliyekirin. Polîsên gumanbar Şaban Gokpinar û Huseyîn Engîn hatin tahliyekirin.
MEDENÎ YILDIRIM
Ciwanê 18 salî Medenî Yildirim li navçeya Licê ya Amedê di çalakiya li dijî çêkirina qerekolan de ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin. Lêpirsîna hatiye destpêkirin hîna, neguheriye dozê. Keşfa cihê bûyerê jî du sal şûnde 13’ê Gulanê hat kirin.
AHMET ATAKAN
Piştî berxwedana Geziyê, di berxwedana ODTU’yê de Ahmet Atakan 9’ê Îlonê bi bombeya gazê ya ji aliyê polîsan ve hat avêtin ji serê xwe birîndar bû û jiyana xwe ji dest da. Walîtî û polîsan îdîa kirin ku ketiye û miriye.
Lê rapora otopsiyê ya destpêkê ev derewand. Piştî înfazê tevî ku evqas dem di serde derbas bûye jî doz nehat vekirin.
HASAN FERÎT GEDÎK
Endamê Eniya Gel Hasan Ferît Gedîk yê 21 salî 29’ê Îlona 2013’an li Gulsuyu ya Maltepeyê di meşa li dijî çeteyên tiryakê de, ji aliyê çeteyan ve hat qetilkirin. Gedîkê ku bi 6 guleyan hat qetikirin, cil û bergên wî yên di dema bûyerê de li ser bûn, hatin windakirin. Li 15 jê girtî 35 gumbanaran doz hat vekirin û doz hîna li 10. Dadgeha Cezaya Giran a Edliyaya Anadoluyê didome.
BERKÎN ELVAN
Di rojên berxwedan li Stenbolê de li Berkîn Elvan yê 15 salî ku ji bo nan bigire ji mala xwe ya Okmeydani derket, bi bombeya gazê ji serê xwe birîndar bû. Elvan 269 rojan di beşa lezgîn de ma. Benda wî ya biçûk roj bi roj bi heliya. Berkîn, 11’ê Adara 2014’an jiyana xwe ji dest da. Navê polîsê li Berkîn xist diyar nebû û doz nehat vekirin.
MEHMET ÎSTÎF
Mehmet Îstîf ê ji berxwedêrên Geziyê yê Mersînê bû, 30’ê Hezîranê beşdarî çalakiya li ber Forum AVM’ê bû. Di dema çalakiyê de polîs ji nêz ve gaz berda devê Îstîf. Mehmet Îstîf ji ber tirsa polîsan wê rojê neçû nexweşxaneyê û roja din çû nexweşxaneyê û doktor got: “Koka ziman werimiye, birîn derketiye.” Dermanên ku hatin dayîn fêde nekir. Piştî hefteyan şûnde hîn kir ku bi kansêra ‘koka ziman’ ketiye. Îstîf di 13’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da û têkildarî cîhanetê de doz nehat vekirin.