Li Geverê derabeyên dikanan girtî ne -HAT NÛKIRIN

Ji ber merasîma vekirina balafirgehê, ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davûtoglû wê beşdar bibin, esnafên Geverê îro dikanên xwe venekirin.

Ji ber merasîma vekirina balafirgehê, ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davûtoglû wê beşdar bibin, esnafên Geverê îro dikanên xwe venekirin.

Bi armanca şermezarkirina polîtîkayên Erdogan û Davûtoglû yên li ser pirsgirêka Kurd, ji sedî 99 ê dikandarên Geverê dikanên xwe venekirin.

Di serî de rêya Oremarê û sûka navendê ku wê Erdogan û Davûtoglû tê re derbas bibin, li her derê navçeyê kargeriyan ji bilî dermanxane û firinan, derabeyên xwe veknekirn. Rêya Oremar, rêya Îpekê û hemû tax bi alên HDP’ê hatin xemilandin û tîmên tevgera taybet  li hemberî Avahiya Hikûmetê ku Erdogan û Davûtoglû plan dikin ku biçin wir û li têketina navenda sûkê , di navbera alên HDP’ê de, alên AKP’ê û mobese bi cih kirin.

Hinekan reş û spî daliqandin û li navenda sûkê jî Otel Oslo  wêneyên mezin yên hevserokên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag daliqand û her wiha pankara ‘Ji mirovahiya mezin re erê’ daliqandin.  Li ser darabeyan jî nivîsa ‘şehîd namirin’ û li navenda sûkê jî afîşên HDP’ê û wêneyên namzetên HDP’ê yên Colemêrgê hatin daliqandin.

Li kolanan Dermanxaneyan, li derdora Emniyetê, li rêya Oremarê û her kolanê panzer, akreb û TOMA hatin bicihkirin.  Di têketina rêya Daglicayê de û 500 metre durê wê nêzî balafirgehê du nokteyên cuda yên lêgerînê hatin avakirin.  Kesên di rê de derbas dibûn hatin lêgerînkirin.  Wesayitên zirxî li nokteyên stratejîk tên bicihkirin.  Karmendên dewletê yên ji bajarên din hatine, bi hevkariya polîsan dibin bajar. Dora balafirgehê jî ji aliyê du helîkopteran ve tê şopandin.  Li aliyê din 20 otobus derbasî balafirgehê bûn. 

Balafirgeh bi tevahî xistin bin dorpêçê û bi hezaran tîmên taybet û polîsan dora balafirgehê girtine.

 

...