2 xwendekarên Kurd li êrîşa çekdarî rast hatin

2 xwendekarên Kurd ên li Zanîngeha Karabukê dixwînin, duh bi şev li êrîşa çekdarî rast hatin.

2 xwendekarên Kurd ên li Zanîngeha Karabukê dixwînin, duh bi şev li êrîşa çekdarî rast hatin.

Xwendekarên ku di hefteya derbasbûyînê de li mala xwendekarên Kurd rastî êrîşa çekdarî hatibûn û bi şensê tiştek bi kesî nehatibû, duh bi şev careke din li êrîşa çekdarî rast hatin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, duh bi şev saet di 22:30 de 2 xwendekarên Kurd dema ji malên xwe yên li taxa 5 Bîn Evlerê ji bo kirîna nan derketin û diçûn firinê, li gulereşandina ji wesayîteke di ber wan re derbas bû, rast hatin.

Di dema êrîşê xwe de xwendekaran xwe avêtin erdê û hewl dan xwe ji guleran biparêzin. Xwendekar ji vê êrîşê jî bi şensê filitîn û êrîşkar ji herêmê reviyan.

Xwendekaran piştî êrîşê li qereqolê gilî kirin. Hat ragihandin ku li ser giliyê xwendekaran der heqê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Xwendekarên li êrîşê rast hatin diyar kirin ku li cihê bûyerê gelek kamerayên Mobese hene û xwestin êrîşkar bên tespîtkirin û cezakirin.