ÎHD'ê banga ‘Hefteya zarokan’ li namzetan kir

ÎHD’ê bang li namzetên parlamenteriyê kir ku “Manîfestoya Mafên Zarokan” îmze bikin. Namzetên HDP’yî yên tevlî civînê bûn soz dan ku wê şopdarê mafên zarokan bin.

ÎHD’ê bang li namzetên parlamenteriyê kir ku “Manîfestoya Mafên Zarokan” îmze bikin. Namzetên HDP’yî yên tevlî civînê bûn soz dan ku wê şopdarê mafên zarokan bin. 

Komîsyona Mafên Zarokan Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê li avahiya şaxa xwe civînek çapemeniyê pêk anî û banga ‘Manîfestoya Mafê Zarokan' îmze bikin li namzetên parlamenteriyê kir. Namzetên HDP’ê yên herêma 2. Fîlîz Kerestecîoglu, Flor Uluk û namzeta CHP’ê ya Stenbolê a herêma 2. Selîna Dogan beşdarî civînê bûn.

EM SOZ DIDIN

Pankartên ‘Manîfestoyê îmze bikin, bibin wekîlê zarokan’, ‘Bila girtîgehên zarokan bên girtin, dawî li îstîsmara zarokan bê, perwerdehiyek bi zimanê dayikê’ hatin daliqandin. Namzeta HDP’ê Kerestecîoglu got: “Ger em nebin wekîlê zarokan, em ê nebin wekîlê ti kesî. Ez soz didim ku ez ê bibim şopdarê mafên zarokan.”

Namzet Uluk û Dogan jî dan zanîn ku wê bibin şopdarê mafê zarokan û bibin wekîlên zarokan.

Endama Komîsyona Mafê Mirovan Evrîm Baykondu jî daxuyanî xwend û bal kişand ser polîtîkayên li Meclîsê tên avakirin, qanûnên tên derxistin, axaftinên tên kirin û bernameyên pêk tên. Baykondu destnîşan kir ku  di xalên 41 û 90. yên Destûra Bingehîn, di polîtîkayên hundir û derve de ya destpêkê soza pêkanîna mafên zarokan tê kirin. Baykondu wiha got: “Dem dema ku êdî ev biguherin encamên berbiçav.”